PDK: Em piştgiriya pêngavên Zeydî yên li dijî gendeliyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê piştgiriya xwe ya tam bo pêngavên qanûnî yên Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û Desthilata Dadwerî ragihand ku bo rûbirûbûna gendeliyê û girtina tometbaran hatine avêtin; hevdem daxwaz kir ku pêvajoya çaksaziya îdarî tenê li Bexdayê sînordar nemîne û hemî parêzgehên din jî li xwe bigire.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Encûmena Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) daxuyaniyek li ser wê kampeyna girtina kesên gendelkar ku li Îraqê hatiye destpêkirin, belav kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: "Em piştgirî û pêşwaziya xwe bo wan pêngavên qanûnî radigihînin, ên ku ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ve û bi hevkarî û piştgiriya Desthilata Dadwerî û dezgehên hikûmî, bi arasteya rûbirûbûna gendeliyê û girtina kesên destên wan tê de heyî, hatine avêtin."

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê hêvî xwest ku ev pêvajo tenê li Bexdayê sînordar nemîne, belkî hemî parêzgeh û bajarên din ên Îraqê jî li xwe bigre; herwisa bo biserxistina vê pêvajoyê, tekezî li ser girîngiya hevahengiya tam di navbera desthilata bicihanînê û dadweriyê de dike.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de hatiye: "Ji aliyê berpirsiyariya niştimanî ve, em amadebûna xwe ya tam bo pêşkêşkirina her hevkarî û piştgiriyekê nîşan didin, çi di asta hikûmeta federal de û çi di asta navxweyî ya parêzgehan de, bi armanca piştgirîkirina desthilata bicihanînê û dadweriyê bo vedîtina rastiyan û çespandina serweriya qanûnê."

Fraksiyona PDKê tekez jî dike ku welatî hejî çaksaziya îdarî û vegerandina mafên xwe yên windakirî ne, û li ser vê bingehê jî tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam bo lêpirsîna qanûnî li gel her gendelkarekî bêyî çi cudahiyekê dike.

Ev helwesta PDKê di demekê de ye ku ji berbanga îro Yekşemeyê ve, kampeyneka berfireh bo girtina wan berpirsên ku destên wan di gendeliyê de heye li Îraqê hatiye destpêkirin û ev yek bûye sedema karvedanên mezin di asta siyasî û cemawerî de.