Herêma Kurdistanê sê berpirsên daxwazkirî yên Îraqê radestî Bexdayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê sê kesatiyên diyar ên Iraqê li bajarê Hewlêrê desteser kirine, ku ji aliyê Desteya Destpakiyê û Hikûmeta Îraqê ve bi tometa birina serweta giştî daxwazkirî bûn; Peyamnêrê Kurdistan24ê jî dibêje ku ew her sê kes li xala kontrolê ya Şêraweyê hatine radestkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) got: "Saet 8:00 ê îşev, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li ser daxwaza fermî ya hikûmetê û Desteya Destpakiyê ya Îraqê sê tometbarên xwecihên Hewlêrê girtin û radestî hêzên ewlehiyê yên hikûmeta federal kirin."

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, ew sê kesên ku radestî Bexdayê hatine kirin ev in: Ziyad Cenabî, Hind Ebasî û Mihemmed Meyahî; ku navên wan di lîsteya wan kesên tometbar de ye yên ku destê wan di dosyeyên birina serweta giştî û gendeliya mezin a Îraqê de heye.

Rêkarên qanûnî li xala kontrolê ya Şêraweyê

Peyamnêrê me diyar jî kir ku ev pêvajo di çarçoveya rêkarên qanûnî û destûrî de û bo piştgirîkirina kempeyna mezin a hikûmeta federal bo rûbirûbûna gendeliyê tê. Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê nêzîkî saetekê li xala kontrolê ya Şêraweyê man heta ku hemî rêkarên qanûnî yên radestkirina wan kesan bi aliyê peywendîdar ê Îraqî re bi dawî hatin.

Li gorî zanyarên ku bi dest ketine, ev kempeyn tenê Hewlêrê venagire, belkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku hevahengiyeka tam li gel Bexdayê bike, bo girtina her tometbarekî ku penaya xwe biribe ber bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê.

Zêdetir ji 47 berpirsan hatine girtin

Heta niha zêdetir ji 47 kesan li Bexdayê û bajarên din di çarçoveya vê kempeynê de hatine girtin; ku di nav wan de serokên partiyan, serokên fraksiyonan, endamên Desteya Destpakiyê û parlamenter hene.

Ev jî di demekê de ye ku Hêzên Dezgeha Dijeterora Iraqê û hêzên din ên ewlehiyê li serê sibeha îro bi hevahengiya Encûmena Bilind a Dadweriyê kempeyneka berfireh li Bexdayê û çend parêzgehên din da destpêkirin û tê de hejmareka berpirsên bilind û parlamenteran bi tohmeta tevlîbûna di dosyeya gendeliyê de hat desteserkirin.