Li Qamişlo pêşengeha karên destan: Jin bi ked û hunera xwe çanda Kurdî diparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo piştgirîkirina jinan û parastina hunerên folklorî, pêşengeheke berfireh a karên destan hat lidarxistin. Di pêşengehê de berhemên hunerî, çandî û xwarinên herêmî hatin nîşandan.

Pêşengeh ji aliyê grûpa "Projeyên Biçûk" ve hat organîzekirin. Ev grûp ev çend sal in li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê van çalakiyan lidar dixe, da ku hunerên destan neyên jibîrkirin û jin karibin debara xwe bikin.

Rêvebira grûpa "Projeyên Biçûk" Semîra Şawîş derbarê armanca pêşengehê de diyar kir, ew dixwazin di aliyê moralî, derûnî û madî de bibin alîkarê jinan. Şawîş got: "Em hewl didin fêrî jinan bikin ku bi keda destên xwe karibin debara xwe bikin. Di pêşengehê de ji karên hirî, şîranî û nanê sêlê bigire heta gelek hunerên kevnar ên çanda me cih digirin."

Tevî girîngiya pêşengehê, hunermend û xwediyên keda destan nîgeran in. Nadya Bozo, ku bi karên xwe yên destan beşdarî pêşengehê bûye, bal kişand ser krîza aborî û giranbûna materyalan. Bozo anî ziman ku: "Karînên me kêm e û materyalên ku em di karê xwe de bi kar tînin gelekî giran bûne. Ji ber vê yekê nirxê berheman bilind dibe û gel jî ji ber rewşa aborî nikare bikire."

Di pêşengehê de gelek berhemên ku şopên çanda Kurdî li ser in hatin dîtin. Tabloyên ku li ser wan dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" hatine nexşandin, sembolên tavê û kincên folklorî baleke mezin kişandin.

Grûpa "Projeyên Biçûk" tevî ku bêyî piştgiriya saziyên derve van xebatan dimeşîne jî, armanc dike ku di her maleke Kurd de berhemeke çandî hebe. Beşdarên pêşengehê bang kirin ku nifşên nû fêrî van huneran bibin, da ku folklora Kurdî her tim zindî bimîne.