Li Ewropayê ji ber germê 1300 kesan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji 21ê Hezîranê ve pêleke germê ya dîrokî parzemîna Ewropayê girtiye bin bandora xwe. Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ji ber vê germa zêde, heta niha li seranserê Ewropayê herî kêm 1300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê rewşê de hişyarî da û ragihand, niha bi milyonan mirov di bin şert û mercên giran ên germê de dijîn. Ji ber germa ku li gelek deveran ji 35 pileyî derbas bûye, jiyana rojane ya nêzî 191 milyon kesan têk çûye, torên elektrîkê rûbirûyî zextên mezin bûne û li gelek welatan dibistan hatine girtin.
Pêla germê li çend welatên Ewropayê germtirîn rojên dîroka wan tomar kirin:
- Komara Çek: Bi 41.9 pileyan re, du roj li pey hev rekor hat şikandin.
- Almanya: Pileya germê gihîşt 41.7an.
- Polanda: Bi 40.5 pileyan re, di nav sedsalekê de germahiya herî bilind hat tomarkirin.
Rayedarên Fransayê jî diyar dikin, rêjeya mirinê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Hat tomarkirin ku li gorî salên asayî, îsal hezar dozên mirinê zêdetir hatine dîtin ku piraniya qurbaniyan kesên bi temen in.
Zanyarên keşûhewayê tekez dikin ku ev pêla germê yek ji tundtirîn diyardeyên jîngehê yên Ewropayê ye. Hat destnîşankirin ku "guherîna keşûhewayê" sedema sereke ya dubarebûna van pêlên germê yên kujer e. Tê pêşbînîkirin ku bandora germê di rojên pêş de jî berdewam bike û bal tê kişandin ku welatî li dijî "derbeya germê" tedbîrên pêwîst bigirin.