Hewlêr û Bexda reşnivîsekê ji bo lêxweşbûn û daxistina gumrikê amade dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê ligel şandeyeke bilind a Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de biryar hat girtin ku komîteyeke hevbeş bo pişkinîna dergehên sînorî bê avakirin û sîstema gumrikê bibe yek.

Pêncemîn civîna Encûmena Wezarî ya bo Aboriyê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Wezîrê Plandananê bi wekalet Falih Sarî hat lidarxistin. Şandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran, Serokê Nûnertiya Herêmê û Rêveberên Giştî yên Gumrik û Bacê jî di civînê de amade bûn.

Yek ji biryarên civînê, pêkanîna komîteyeke hevbeş di navbera Desteya Dergehên Sînorî yên Federal û nûnerên Herêma Kurdistanê de ye. Karê vê komîteyê ev e:

- Rûpêvîkirina tevahiya şerîda sînorî.

- Pişkinîna dergeh û xalên sînorî yên nafermî yên li Herêma Kurdistanê.

- Amadekirina raporeke berfireh; daku ew dergehên ku binesaziya wan heye bibin "fermî" û yên nehêjayî jî bên girtin.

Di civînê de biryar hat girtin ku Wezareta Darayî ya Federal bi hevahengiya ligel Wezareta Darayî ya Herêmê, reşnivîseke yekgirtî derbarê "lêxweşbûn û daxistinên gumrikê" de amade bike. Piştî ku ev reşnivîs ji aliyê Encûmena Wezîran a Federal ve were pesendkirin, dê li seranserê dergehên sînorî yên Iraq û Herêmê bi awayekî yekdest bê cîbicîkirin.

Her du aliyan gotûbêj li ser astengiyên li pêşiya cîbicîkirina sîstema navdewletî ya "Asycuda" (sîstema dîjîtal a gumrikê) kirin û çend pêşniyar amade kirin. Her wiha mijara mekanîzmaya komkirina dahatên li dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û biryar hat girtin ku pêşniyarên her du aliyan ji bo biryara dawî, pêşkêşî Encûmena Wezîran a Federal bên kirin.