Boriya petrolê ya di navbera Iraq û Sûriyeyê de tê nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê li gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê civiya; di civînê de biryar hat dan ku lîjneyeka hevpar bo bicihanîna karên nûjenkirina boriyên petrolê yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de bê pêkanîn.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) li Şamê li gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiya û her du aliyan rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî û pêşxistina hevahengiyê di warên cuda cuda de nîqaş kirin.
Herwisa her du alî li ser pêkanîna lîjneyeka hevpar a şareza di warên enerjî, çandinî, av, veguhastin û dergehên sînorî de lihev kir, bi merema pêşxistina hevkariyan û parastina berjewendiyên madî.
Avakirina lîjneyeka bilind di bin serperiştiya wezîran de
Herwisa biryar hat dan ku lîjneyeka bilind bo hevahengiyê bi serokatiya Wezîrên Derve yên her du welatên navborî bê avakirin, daku çavdêriya bicihanîna biryar û lihevkirinan bikin.
Di pareka din a wê hevdîtinê de, behsa mekanîzmên veguhastina enerjiyê û projeya nûjenkirina boriyên veguhastina petrolê ji Îraqê ve bo Sûriyeyê hat kirin. Herwisa tekezî li ser hevkariya di warên av û çandiniyê de hat kirin, bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û gihîştina bi temamkariya aborî ya di navbera her du welatan de.
Li dawiyê jî her du aliyan behsa bihêzkirina hevahengiya ewlehiyê kir, bi merema parastina tenahiya deverê û rûbirûbûna wan astengiyên hevpar ên ku tên pêşiya wan.