Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Hûrgiliyên paşkoya ewlehiyê ya lihevkirina navbera Libnan û Îsraîlê ya di bin çavdêriya Amerîkayê de hatine eşkere kirin. Li gorî wê belgenameyê, artêşa Libnanê pabendî bêçekkirina tam a Hizbullahê û jinavbirina jêrxaneya serbazî ya wê komê bûye, û di beramber de jî Îsraîl bi çend qonaxan ji nav axa Libnanê vedikşe.
Ajansa "Şerq New" îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) belgenameyeka nihênî, ku wekî paşkoya ewlehiyê ya lihevkirina navbera Libnan û Îsraîlê tê nasîn, eşkere kir ku perde ji ser planeka tund bo guhertina hevsengiya hêzê li başûrê Libnanê hildaye. Ev lihevkirin, ku piştî 4 rojên danûstandinên dijwar hatiye holê, çend xalên stratejîk vedigire.
Plana 4 pêngavî li başûrê çemê Lîtaniyê
Li gorî belgeyan, her du aliyan li ser destnîşankirina navçeyekê li başûrê çemê Lîtaniyê, wekî "navçeya ezmûnî" lihev kiriye, ku pêvajoya bicihanîna planê li wê derê dê bi 4 pêngavan be:
1. Rêkarên qanûnî û jinavbirina jêrxaneyê:
Bicihanîna rêkarên qanûnî li dijî her çekdarekî li derveyî kontrola dewletê û jinavbirina jêrxaneya wan a serbazî, mîna tunel, embarên çekî û navendên fermandariyê.
2. Pişkinîna aliyê sêyê:
Aliyekî sêyê yê bêalî (ku her du welatan li ser wî alîyî li hev kiriye) dê pişkinînê bo piştrastbûnê ji nebûna ti hêz û çekên Hizbullahê bike.
3. Binecihbûna artêşa Libnanê:
Artêşa Libnanê dê bi rengekê bihêz li navçeyê bi cih bibe û wekî yekane hêza fermandarî bo rêgirtina li her livîneka çekdarî li wê derê dimîne.
4. Avadankirin:
Libnan dê bi hevkariya navdewletî dest bi pêvajoya avadankirina navçeya wêranbûyî bike.
Avakirina Koma MCG4L
Di belgenameyan de hatiye ku biryar li ser damezrandina "Koma Hevahengiya Serbazî bo Libnanê" hatiye dan, ku bi kûrtî wekî (MCG4L) tê naskirin. Ev kom dê bi şev û roj bo çavdêrîkirina bicihanîna xalên lihevkirinê û rêgirtina li her pevçûnekê kar bike. Ev lîjne dê raportên xwe rasterast bide deshilata siyasî ya her du welatan.
Herwisa hatiye diyarkirin ku artêşa Libnanê pabendbûna xwe nîşan daye, bo bicihanîna hemî rêkarên pêdivî daku piştrastbûnê bide ku Hizbullah û her komeka din a çekdar tên bêçekkirin û tu şiyana wan a serbazî di nav axa Libnanê de namîne.
Di beramberî van garantiyên bêçekkirinê de, Îsraîl pabend bûye ku hêzên xwe ji axa Libnanê bi çend qonaxên bişert kêm bike û bikşîne, ku ev kişandin li gel belavbûna artêşa Libnanê li wan cihan hevdem dibe.
Serweriya dewletê û çareseriya sêalî
Armanca serekî ya vê lihevkirinê vegerandina serweriya tam a dewleta Libnanê ye bo seranserî axa xwe û dabînkirina ewlehiya demdirêj bo Îsraîlê, bi awayekî ku tenê dewlet xwedanê çek û biryaran be.
Ev lihevkirina ku bi hêsankarî û navbeynkariya Amerîkayê hatiye kirin, biryar e pêdaçûn jê re bê kirin û eger her pirsgirêkek di şirovekirina daxuyaniyan de hebe, dê bi rêya nîqaşên sêalî (Libnan, Îsraîl û Amerîka) bê çareserkirin.