Hollanda û Almanya li ser destê Mexrib û Paraguayê ji Mondiyala 2026an derketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di qonaxa 32an a Kupa Cîhanê ya 2026an de ku li Amerîka, Meksîka û Kanadayê tê lidarxistin, encamên surprîz û balkêş hatin tomarkirin. Hilbijardeya Mexribê û Hilbijardeya Paraguayê bi serkeftinên li hember Almanya û Hollandayê, derbasî qonaxa 16an bûn.
Mexribê Hollanda têk bir
Hilbijardeya neteweyî ya Mexribê, di lîstikeke tije heyecan de karî tîma Hollandayê ji kupayê derxîne. Di dema asayî ya maçê de, Hollanda di xuleka (72) de bi gola Cody Gakpo pêş ket. Mexribê ku heta xulekên dawî hewl da û di xuleka (90+1) de bi gola Issa Diop wekhevî anî û tîma xwe ji xatirxwestineke zû rizgar kir.
Piştî ku di dema zêde de jî encam nehat guhertin (1 - 1), derbasî lêdanên penaltiyan bûn. Di penaltiyan de Mexrib bi encama (3 – 2) bi ser ket û derbasî qonaxa 16an bû.
Hilbijardeya Mexribê dê di 4ê Tîrmehê de li bajarê Houstonê yê Amerîkayê rûbirûyî Hilbijardeya Kanadayê bibe.
Surprîza Mezin: Almanya ji kupayê hat derxistin
Yek ji mezintirîn surprîzên Kupa Cîhanê ya 2026an li ser destê Paraguayê pêk hat. Almanyaya ku 4 caran şampiyonê cîhanê ye, di qonaxa 32an de xatir ji mondaîlê xwast.
Di maça ku 120 xulekan dom kir de, Paraguayê di xuleka 42an de bi gola Julio Enciso pêş ket. Almanya di nîveka duyem de (xuleka 54an) bi serê Kai Havertz bersiv da û encam kir (1 – 1) û lîstik derbasî dema zêde û penaltiyan bû.
Di encama lêdanên penaltiyan de Paraguay bi encama (4 – 3) bi ser ket û yek ji namzedên herî xurt ên kupayê, Almanyayê ji pêşbaziyê dûr xist.