Li Qamişlo qonaxa duyem a proseya derxistina nasnameyan ji bo Kurdên bênasname pê kir
Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo, proseya hevdîtina bi welatiyan re ji bo wergirtina nasnameya Sûrî berdewam dike. Tevî ku ev gav ji bo gelek Kurdan hêviyek e, lê pirsgirêka Kurdên li dervayî welat hîn nehatiye çareserkirin.
Bi dehan salan bi hezaran Kurd li Sûriyeyê wekî "bê nasname" dihatin hejmartin û ji hemû mafên xwe yên hemwelatiyê bêpar bûn. Niha li Qamişlo komîteyên taybet hevdîtinan bi welatiyan re pêk tînin, da ku nasnameyên wan pêşkêşî wan bikin.
Cabir Birîndar yek ji wan kesên ku piştî demekî dirêj e bê nasname bû hestên xwe wiha anîn zimên: "Piştî 60 salan, ez ê nasnameya xwe werbigirim. Ev nasname mafê min ê herî bingehîn bû ku bi dehan salan jê bêpar bûm."
Endamê Komîteya Hevdîtinan Şemsedîn Husam derbarê xebatên wan de agahî dan û diyar kir, ew di qonaxên cuda de pişkinînê dikin. Husam got: "Em li ser hemû navan lêkolînê dikin û heta niha li ser piraniya wan tê erêkirin. Piştî qonaxa hevdîtinê û kontrolkirina agahiyan, welatî nasnameyên xwe werdigirin."
Tevî van geşedanên erênî, çalakvanên sivîl balê dikşînin ser kêmasiyên vê proseyê. Çalakvanê sivîl Ebbas Mûsa destnîşan kir, hejmareke mezin a Kurdên bênasname ji ber şer û mercên aborî niha li dervayî Sûriyeyê û li welatên Ewropayê dijîn. Mûsa got: "Gelek kes niha li dervayî welat in û heta niha ti mekanîzma yan çareseriyek ji bo wergirtina nasnameyên wan nehatiye danîn. Hikûmet di vê mijarê de ti pêngavên kirdarî neavêtine."
Ev prose rojane bi rêya komîteyên taybet berdewam dike û armanc ew e ku bi hezaran kesên ku bi dehan salan bê nasname mane, bibin xwedî nasnameyên fermî. Lê belê, nezelaliya derbarê çarenivîsa kesên li dervayî welat, wekî astengiyeke sereke li pêşiya vê pêngavê dimîne.