Amerîka: Qonaxa dawîanîna li serdestiya Hizbullahê ya li Libnanê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di bin sîwaneya Amerîkayê de, di navbera Îsraîl û Libnanê de rêkeftineke çarçove ya berfireh hat îmzekirin. Ev rêkeftin ku wekî herî giring a piştî sala 1983an tê dîtin, armanc dike ku dawî li pevçûnên demdirêj bîne û Hizbullaha Libnanî bêçek bike.
Rêkeftina ku di 26ê Hezîrana 2026an de li Washingtonê hatibû îmzekirin, nexşerêyeke nû ji bo aştiya herêmî diyar dike. Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji medyaya navdewletî re ragihand, di hefteyên pêş de tîmên teknîkî dê dest bi civînan bikin, da ku "Pêveka Ewlehiyê" û hûrguliyên mekanîzmaya çavdêriyê amade bikin.
Sê armancên sereke yên rêkeftinê
Li gorî daxuyaniya rayedarên Amerîkî, ev rêkeftin li ser sê stûnên sereke ava bûye:
1- Vegerandina serweriyê ji bo Libnanê.
2- Hilweşandina binesaziya Hizbullahê
3- Dabînkirina sînorên ewle ji bo Îsraîlê piştî rakirina gefên serbazî.
Plan: Bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna Îsraîlê
Rêkeftin diyar dike, Îsraîl dê hêzên xwe ji axa Libnanê vekişîne û li dervayî sînoran ji nû ve belav bike. Di beramber de, Libnan dê hemû komên çekdar ên dervayî dewletê, bi taybetî Hizbullahê, bêçek bike.
Di qonaxa yekem de, ev plan dê li "du herêmên taqîkirinê" bê sepandin. Li van herêman hêzên Îsraîlê dê vekişin û artêşa Libnanê dê bicih bibe da ku ewlehiyê biparêze.
Ajandaya Trump a ji bo aştiyê
Berpirsê Amerîkî destnîşan kir, ev rêkeftin beşek ji stratejiya Serokê Amerîkayê Donald Trump e ji bo çespandina aştiyê li Rojhilata Navîn. Tê gotin ku ev gav dê rê li ber hikûmeta Libnanê veke ku piştgiriya navdewletî kom bike û welat ji bin "hejmûna Hizbullahê" rizgar bibe.
Di heman çarçoveyê de, Serokê Libnanê Jozêf Awin li Beyrûtê ligel Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper civînek pêk anî. Di civînê de amadekariyên ji bo destpêkirina cîbicîkirina vê rêkeftina sêalî hatin gotûbêjkirin.
Rêkeftina 26ê Hezîranê wekî daxuyaniyeke fermî ya her du welatan tê hejmartin ku dixwazin dawî li rewşa şer bînin û li ser bingeha ewlehî û berjewendiyên hevbeş rûpeleke nû di dîroka herêmê de vekin.