ENKS ji PYDê re: Biryarên we yên yekalî ziyanên mezin gihandin doza Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteryaya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Hevseroka PYDê Berwîn Yûsif da. ENKSê destnîşan kir, sedema rawestana xebatên "Şandeya Kurdî ya Hevbeş" sîyaseta yekalî ya PYDê ye û daxuyaniyên wan wekî "nakok" nirxandin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser civîna hejmarek partiyên kurdî ya 28ê Hezîranê ya li navenda PYDê û gotinên Berwîn Yûsif ên derbarê "astengkirina şandeyê" de red kirin. ENKSê diyar kir, biryarên di nav şandeya hevbeş de, divê bi lihevkirina hemû aliyan bin, ne ku bi awayekî yekalî û bêyî agahiya wan bên girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji roja avakirina şandeyê ve, PYD û baskê wê yê serbazî (HSD) di bin navê "Şandeya Teknîkî" de bi awayekî serbixwe tevgeriyane. ENKSê destnîşan kir, tevî bangên wan ên ji bo Mazlûm Ebdî jî, PYDê li dijî lihevkirinên 2020an û biryarên konferansa "Yekîtiya Helwestê" ya Nîsana 2025an tevgeriyaye. Li gorî ENKSê, ev sîyaseta yekalî ziyanên mezin gihandine doza Kurdî li Sûriyeyê.

ENKSê bersiva banga "vegera bo rêza Kurdî" jî da û pirsî: "Gelo ENKS di kîjan rêzê de ye?" ENKSê diyar kir ku ew damezrênerê tevgera neteweyî ne û PYD bi dirûşmên wekî "Neteweya Demokratîk" û "Biratiya Gelan" ji doza Kurdî dûr ketiye. Hat destnîşankirin ku ev sîyasetên îdeolojîk, nikarin mafên neteweyî yên gelê Kurd biparêzin.

Derbarê têkiliyên ligel hikûmeta Sûriyeyê de, ENKSê aşkere kir ku şandeya hevbeş bi fermî nameyek ji Serokkomar Ehmed Şera re şandiye da ku civînekê pêk bînin, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn. Her wiha hat gotin ku serokatiya ENKSê di hevdîtinên xwe yên ligel Serokkomar û Wezîrê Derve de, daxwaza civîna fermî ya ligel şandeya Kurdî kiriye.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Pêkanîna mafên rewa yên gelê Kurd, bi pabendbûna bi rêkeftinan, rêzgirtin li hevpariyê û dûrketin ji siyasetên yekalî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê kurd nakin, pêk tên."