Elektrîka Şeqlawe û Mexmûrê dibe 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Şeqlaweyê ragihand, tîmên Projeya Rûnakî bi awayekî berfireh kar dikin, da ku elektrîka qezayê bi projeyê ve bê girêdan û bibe 24 saetî. Bi temambûna vê pêngavê û girêdana Mexmûrê, li tevahiya parêzgeha Hewlêrê serdema jeneratoran bi dawî dibe.

Qaymeqamê Qezaya Şeqlaweyê Siware Ekrem ji Kurdistan24ê re ragihand, piraniya karên teknîkî yên Projeya Rûnakî li deverê bi dawî bûne. Ekrem diyar kir, di demeke nêz de dê xelkê Şeqlaweyê ji elektrîka 24 saetî sûdmend bibin.

Qaymeqamê Şeqlaweyê destnîşan kir, li devera wan zêdetirî 10 hezar aboneyên elektrîkê hene û ew ji leza cîbicîkirina projeyê razî ne. Ekrem her wiha aşkere kir, li gorî şopandinên wan, Projeya Rûnakî li qezaya Mexmûrê jî gihîştiye qonaxa dawî û di nava çend rojên bê de elektrîka wê qezayê jî dibe 24 saetî.

Bi girêdana van her du qezayan, tevahiya sînorê parêzgeha Hewlêrê dê bibe xwedî elektrîka niştimanî ya 24 saetî û bi vê yekê bi sedan jeneratorên taxan dê bên vemirandin.

Li gorî amarên fermî yên Projeya Rûnakî:

- Heta niha 5 mîlyon û 500 hezar welatî li seranserê Herêma Kurdistanê ji elektrîka 24 saetî sûdmend bûne.

- 153 hezar cihên bazirganî niha xwedî elektrîka herdemî ne.

- Ji ber serkeftina projeyê, heta niha nêzîkî 6 hezar jenerator li taxan hatine rakirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêştir ragihandibû, armanca wan ew e heta dawiya sala 2026an, bi rêya Projeya Rûnakî elektrîka 24 saetî bigihîje her maleke li Herêma Kurdistanê.