Li Balekayetiyê şivanek ji ber teqîna mînekê bi giranî birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) –Li zozanên Çiyayê Goşîneyî li devera Balekayetiyê, mîneke çandî ya paşmayiyên şer bi şivanekî 27 salî ve teqiya û bi giranî birîndar kir; Rêveberiya Nexweşxaneya Soranê jî ji Kurdistan24ê re tekez dike ku ji ber tundiya teqînê lingekî wî şivanî jêve bûye û niha di bin çareseriya giran de ye.
Serê sibeha îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) li zozanên Çiyayê Goşîneyî li devera Balekayetiyê, mînek bi şivanekî ve teqîiya, dema ku canewerên xwe diçerandin, û şivan bi giranî birîndar bû.
Li gorî zanyaran, navê birîndarî Serheng Qadir e û 27 salî ye, ku şêniyê gundê Gezneyê yê devera Balekayetiyê ye. Ev rûdan di demekê de bûye ku navborî li zozanên wê deverê mijûlî karê xwe yê şivantiyê bû.
Li ser rewşa tenduristiya wî birîndarî, Rêvebera Nexweşxaneya Aştiyê ya Fêrkirinê li Soranê Dr. Hemrîn Mîne ji Kurdistan24ê re ragihand: "Berî bîskekê ew welatî gihandiye pişka tengaviyan a nexweşxaneya me. Ji ber tundiya wê teqînê, lingekî wî jêve bûye û birîna wî giran e. Niha jî pizîşk û karmendên tenduristiyê mijûlî çareserî û tîmarkirina pêdivî ne ji bo wî."
Ji ber paşmayiyên şer, rûberekî mezin ê zeviyên mînkirî li deverên çiyayî yên Balekayetî û Soranê heye. Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Teknîkî li Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan Elî Mîran taybet ji malpera Kurdistan24ê amara mehên destpêkê yên îsal (2026) eşkere kir.
Elî Mîran ragihand: “Ji destpêka îsal heta 10ê Hezîrana 2026ê, li seranserî Herêma Kurdistanê, mîn bi 8 kesan ve teqiyane, ku 75% ji qurbaniyan di dema komkirina giyayên biharê de rûbirûyî mînan bûne û piraniya wan jî li zozanên sînorê parêzgeha Hewlêrê bûne.