Duberdanî: 12 parlamenter û bi dehan berpirsên bilind hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Lîjneya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamena Iraqê eşkere kir ku kempeyneka berfireh bo desteserkirina berpirsên bilind li Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê hatiye destpêkirin, ku tê de gelek parlamenter, wezîr, wekîlên wezaretan û rêveberên giştî bi tohmeta gendelî û pûçkirina samanê giştî rûbirûyî qanûnê bûne.
Endamê Lîjneya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamena Iraqê Şêrewan Duberdanî îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku kempeyna desteserkirina berpirsên gendel bi şêwazekî berdewam û li seranserî Iraqê birêve diçe.
Li gorî zanyarên Duberdanî, heta niha 12 parlamenter, gelek wekîlên berê û yên niha yên wezaretan, rêveberên giştî û berpirsên nivîsgehên wezîran hatine desteserkirina.
Wî endamê Lîjneya Ewlehî û Berevaniyê ron jî kir ku tenê di lîsteyekê de navê zêdetir ji 128 kesan heye, ku parek ji wan girêdayî dosyaya Ednan Cumeylî ne, lê dosya giştgirtir in û gelek aliyên cuda cuda vedigirin.
Duberdanî behsa wê yekê jî kir ku parek ji berpirsên tohmetbar an ewên fermana desteserkirinaê ji bo wan derketiye fersenda bêhnvedanên parlamenê an boneyên olî bi kar anîne û ber bi derveyî Iraqê ve reviyane. Di vî warî de, hikûmeta Iraqê bi rêya dezgehên peywendîdar hevahengiyê ligel Polîsên Navdewletî (Interpol) dike, ji bo desteserkirina û vegerandina wan bo Iraqê bi merema darizandina wan, bi taybetî ew kesên ku bawernameyên sexte hebûne an têkelî dizîna bi milyaran dolaran bûne.
Li se pirsa hebûna navên berpirsên Kurd di lîsteya gendelan de, Duberdanî ragihand ku aliyên Kurdistanî ji bo dema 23 salan e li Bexdayê di postên bilind de pardar in, wekî wezîr, wekîl, rêveberên giştî û şêwirmendan; ji ber wê gelek asayî ye ku di vê pirsê de navên berpirsên Kurd jî di lîsteyê de hebin.
Lê belê amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber hestiyariya pêvajoya lêkolînê, navên wan kesan bi rengekê rasterast bi rêya medyayê nayên eşkerekirin, daku rêya qanûnî neyê şwandin.
Navborî tekez jî kir ku desteserkirina hejmareka berpirsan karekî baş e; lê divê sîstema desthilatdariyê û qanûn li Iraqê bên guhertin, ji ber ku heke sîstem neyê çarekirin, bi çûna kesekî an desteserkirina wî, kesekî din tê ku dibe ku dibe ji yê berê xirabtir bibe.