Li Zaxoyê rêjeya keskahiyê zêde dibe: Di 3 salan de 8 parkên nû hatin çêkirin

Zaxo (K24) – Bajarê Zaxoyê di salên dawî de, bi taybetî piştî ku bûye îdareyeke serbixwe, girîngiyeke mezin dide jîngeh û çandina daran. Di nav sê salên borî de, 8 parkên nû di nav taxan de hatine çêkirin û zêdetirî 10 parkên din jî hatine nûkirin.

Ji bo ku bajarê Zaxoyê bigihe standardên cîhanî, hikûmetê projeyek ji bo çandina 1 mîlyon daran daye destpêkirin. Li gorî agahiyên fermî, heta niha li ser rûberê 350 doniman, 40 hezar dar hatine çandin û ev prose hîn jî berdewam dike.

Endazyarê Hoba Baxçeyan Ousama Husên diyar kir, ji bo her kargeh an kompaniyekê mercekî nû hatiye danîn; divê herî kêm ji sedî 25ê rûberê projeya wan bibe keskahî. Ev yek dibe sedem ku rêjeya keskahiyê li herêmê bi lez bilind bibe.

Berpirsê Hoba Jîngehê Man Mihemed bal kişand ser serkeftina van projeyan û got: "Em salane dora 25 hezar gulên werzî û nêzîkî 100 hezar şitlên daran berhem tînin. Em van gul û daran li nava parkan û di navbera cadeyan de diçînin."

Welatiyên Zaxoyê jî kêfxweşiya xwe li hemberî bedewbûna bajarê xwe anîn ziman. Welatî diyar dikin ku ev park bûne cihên bêhnvedanê yên herî giring, lê daxwaz kirin ku welatî di warê paqijî û parastina daran de hîn hişyar bin û alîkariya tîmên şaredariyê bikin.

Yek ji projeyên herî berbiçav ku bandoreke mezin li jîngeh û sîmaya bajar kiriye, Projeya Kornîşa Zaxoyê ye ku di sê qonaxan de hatibû amadekirin û niha wekî "pişika" bajar tê naskirin.

Piştî ku Zaxo bûye îdareyeke serbixwe, piştî çêkirina parkan û projeya kornîşa Pira Delal, rêjeya keskahiyê gihiştiye ji sedî 13an.