Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Betlaneya yasadananê ya Parlamentoya Iraqê bidawî bû, lê belê ji ber operasyona berfireh a girtina parlamenteran bi tohmeta gendeliyê, deriyên parlamentoyê girtî man. Tê pêşbînîkirin ku civînên parlamenê ji bo hefteya bê werin paşxistin.
Betlaneya yek-mehî ya Parlamentoya Iraqê ku di 1ê Hezîranê de dest pê kiribû, îro 1ê Tîrmeha 2026an bidawî bû. Lê belê li şûna civînan, li korîdorên parlamenê û li Herêma Kesk tedbîrên tund ên ewlehiyê hene.
Parlamenter Sirwa Mihemed derbarê rewşê de ragihand, ji ber operasyona dijî gendeliyê, ne pêkan e parlamentoyê vê hefteyê bicive. Di çarçoveya ku ji aliyê hêzên ewlehiyê û Dezgeha Dijeterorê ve tê birêvebirin de, heta niha 12 parlamenter hatine girtin. Bi giştî hejmara berpirsên pilebilind ên hatine girtin gihiştiye 47 kesan.
Li gorî agahiyan, ji ber tirsa pêleke nû ya girtinan, gelek parlamenteran Herêma Kesk bicih hîştine û li cihên xwe yên mana asayî namînin. Parlamenter Sirwa Mihemed diyar kir ku girtina van endaman bandoreke xerab li navûdengê saziya parlamentoyê kiriye û got: "Ji ber gunehê van 12 kesan, navê 329 parlamenterên din jî di çavê gel de reş bûye."
Tê payîn ku eger rewş aram bibe, hefteya bê parlamentoyê yekem civîna xwe ji bo xwendina çend projeyasayan pêk bîne.