Serokwezîrê Iraqê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îranê dike

Elî Zeydî û Mihemed Baqir Qalîbaf
Elî Zeydî û Mihemed Baqir Qalîbaf

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şanda ligel wî kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di civînekê de hevkarî, karê hevpar û rêyên bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de ku di berjewendiya her du welat û gelên cîran de bin nîqaş kirin.

Zeydî tekez li ser kûriya peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de kir, ku li ser bingeha peywendî û nirxên hevpar ên dîrokî, erdnîgarî û olî hatine avakirin. Her wiha pesna helwestên piştevaniyê yên Îranê jî kir, bi taybetî ew alîkariyên ku Komara Îslamî ya Îranê di dema şerê dijî çekdarên têrorîstî yên DAÎŞê de pêşkêşî Iraqê kirine.

Serokê Parlamentoya Îranê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Iraqê diyar kir û rêz li bizavên hikûmeta Iraqê ji bo pêşwazîkirin û xizmetkirina zîyaretkarên îranî di rêwresmên Çileya Îmam Huseyn de girt.

Herwesa tekez li ser daxwaza welatê xwe bo berdewambûna li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berfirehkirina asoyên hevkariyê jî kir, bi awayekî ku berjewendiyên hevpar ên her du gelên Iraq û Îranê dabîn bike.