Netanyahu: Em rêyê bi cîgirbûna hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nadin

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ti carî rêyê bi cîgirbûn û pêşveçûna leşkerî ya Tirkiyeyê ber bi başûrê Sûriyeyê ve nadin, û diyar kir ku wan berê peyama hişyariyê dabû Enqereyê bo dûrketina ji balafiryxaneya nêzîkî Helebê lê gava Tirkiyeyê guh nedayê, bi rêya êrîşeke leşkerî peyama xwe bi awayekî zelaltir gihand wan.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di hevpeyvînekê de bi eşkerayî sedema êrîşên esmanî yên vê dawiyê yên welatê xwe yên li ser bingeha esmanî ya Ebo Zuhûrê ya nêzîkî Helebê li bakurê Sûriyeyê berçav kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez jî kir ku Îsraîl ji her tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ber bi başûr bêzar e û ragihand ku wan dîtibû ku Tirkiye dixwaze li balafiryxaneyeke leşkerî li başûrê xeta sînorî ya xwe nêzîkî Helebê cîgir bibe, lewma wan peyama "nekin" gihandibûyê; lê dema guh nedabû wan, bi rêya êrîşê tekez kir ku wê peyamê baştir fêm bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn jî ku duhî Sêşemê jî nivîsîngeha wî ragihandibû ku Tel Evîv rê bi ti gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî nade û Sûriyeyê bi rêdana cîgirbûna hêzên Tirkiyeyê li bingeheke esmanî li beranberî binpêkirina rêkeftina ewlehiyê ya navbera wan de bû.

Nivîsîngeha Serokatiya Komara Tirkiyeyê jî her îro di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê bertek nîşan da û ragihand ku îddîa û gotinên Serokwezîrê Îsraîlê ti bingeheke rastîn nîne, û armanc jê rewakirina wan êrîşên esmanî yên neqanûnî ye ku Îsraîl dike ser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê.