Îran bersiva gefên Îsraîlê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî, bersiveke tund da gefên Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê û ragihand, eger Îsraîl raneweste, ew ê waneyeke dîrokî bidin wî welatî.
Piştî daxuyaniyên Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ên derbarê "biryara kuştina" Mucteba Xameneyî de, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 1ê Tîrmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand.
Abbas Araqçî di peyama xwe de diyar kir, Îran dê li dijî her gefeke ku gel û serkirdayetiya wan bike armanc, rûbirû bibe. Araqçî bal kişand ser peywendiyên bi Amerîkayê re û got: "Lihevkirina me ligel Amerîkayê zelal e; divê Serokê Amerîkayê Îsraîlê kontrol bike û rê li ber êrişên wê bigire."
Araqçî hişyarî da û got: "Eger Îsraîl guh nede û êrişî me bike, em ê waneyeke wisa bidin wan ku her tim di bîra wan de bimîne."
Ev rageşî piştî wê yekê hat, Wezîrê Berevaniyê Îsraîlê Israel Katz di merasîma bîranîna serbazên di şerê Libnanê de hatine kuştin, gef li Îranê xwar. Katz ragihand, eger pêwîst bike, Tel Avîv amade ye ji bo cara sêyem êrişî Tehranê bike.
Katz di daxuyaniya xwe de got: "Bûyerên 7ê Cotmehê nîşanî me dan ku divê em li benda metrsiyê nemînin. Me berê du caran êrişa pêşwext bir ser Îranê, eger pêwîst be em ê êrişa sêyem jî bikin."
Katz her wiha destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê ji bo demeke nediyar li Libnan, Sûriye û Xezzeyê di nav "herêmên ewle" de dimîne û dê venekişe.
Rageşiya di navbera her du welatan de gihîştiye asteke metirsîdar piştî ku Katz gotibû ku "biryara kuştinê" ji bo kurê Rêberê Bilind ê Îranê, Muctaba Xameneyî, hatiye dayîn. Tehran van daxuyaniyan wekî "derbaskirina hemû hêlên sor" dibîne.