Fîdan: Endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê armanceke stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî civîna ligel şandeya pilebilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ji bo welatê wî endamtiya di yekîtiyê de, armanceke stratejîk e û daxwaz kir ku YE di vê mijarê de bi awayekî "bê cudakarî" tevbigere.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê ligel şandeyeke pilebilind a Yekîtiya Ewropayê ku ji Kaja Kallas, Marta Kos û Magnus Brunner pêk dihat, civiya. Di civînê de mijarên giring ên wekî siyaseta derve, bazirganî, koçberî û hêsankariya vîzeyê hatin gotûbêjkirin. Her wiha aliyan pêşhatên herêmî û cîhanî, bi taybetî şerê Rûsya-Ukrayna û krîza li Rojhilata Navîn nirxandin.

Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, Enqere amade ye peywendiyên xwe ligel Yekîtiya Ewropayê bipêş bixe. Fidan bal kişand ser pêvajoya endamtiyê û got: "Tirkiye li bendê ye ku Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha pîvanên lêhatî tevbigere û ji her cure cudakariyê dûr bikeve." Her wiha careke din tekez kir ku endamtî ji bo wan "armanceke stratejîk" e.

Dîroka hewildanên Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya YE vedigere çend dehsalan. Tirkiyeyê di sala 1987an de bi fermî daxwaz kir û di sala 1999an de wekî "welatê kandîd" hat naskirin. Di Cotmeha 2005an de danûstandinên fermî dest pê kirin, lê ev pêvajo ji ber çendîn pirsgirêkên siyasî, pirsa Qibrisê û nîgeraniyên Ewropayê yên derbarê mafên mirov de hat rawestandin. Bi taybetî piştî hewildana derbeyê ya sala 2016an, danûstandin bi temamî hatin cemidandin.

Tevî ku pêvajo ev demeke dirêj e rawestiyaye, berpirsên Tirkiyeyê, bi taybetî ji sala 2023an û vir ve, hewil didin peywendiyan nû bikin. Enqere niha zêdetir giranî dide nûkirina peymana gumrukê û hêsankirina wergirtina vîzeyê ji bo hemwelatiyên xwe.