2 xwaringehên Kurdî li Brîtanyayê xelat wergirtin

London (K24) – Di pêşbirka "Baştirîn Xwaringehên Biyanî" de ku li Brîtanyayê hat lidarxistin, Xwaringehên Kurdî bi serkeftinên xwe bal kişandin û çendîn xelatên giring wergirtin.

Li paytexta Brîtanyayê, ji bo diyarkirina baştirîn Xwaringehên biyanî yên li wî welatî, merasîmeke mezin hat lidarxistin. Di merasîma xelatên "TURTA" de, karsaz û şêfên Kurd di nav pêşbirka xwarinên biyanî de derketin pêş û xelatên "Baştirîn Xwaringeh" û "Baştirîn Newcomer" wergirtin.

Yek ji serkeftiyên vê merasîmê, karsazê Kurd Remzî Botan bû. Botan ku xwediyê Xwaringeha "Mangal Meze" ya li herêma Essexê ye, piştî wergirtina xelatê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Navê min Remzî Botan e, ez ji Kurdistanê me. Niha li Brîtanyayê li herêma Essexê Xwaringeha min a bi navê 'Mangal Meze' heye. Îro me xelat wergirt û ez ji ber vê yekê pir kêfxweş im. Serkeftin ji bo me hemûyan be."

Her wiha, Xwaringehên ku xwarinên mîna doner û kebabê amade dikin jî di lîsteya xelatgiran de bûn. Karsazê Kurd Hesen Qilîç, xwediyê "Yaprak Doner" a li Londonê, derbarê serkeftina xwe de got:
"Em li Londonê bi navê 'Yaprak Doner' kar dikin. Îro xelata TURTA dan me. Em xwe layîqî vê xelatê dibînin û em pir serbilind in. Xwedê ji her kesî razî be."

Di warê amadekirina xwarinên tamxweş û pîşeyî de, karsazên Kurd li Brîtanyayê her tim di rêzên herî pêş de cih digirin. Di pêşbirka îsal de jî ev serkeftin bi zelalî derket pêş, ev yek jî nîşana hêza çanda xwarinê ya Kurdan a li Ewropayê ye.