Trump: Danûstandinên ligel Tehranê encamên erênî hebûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku danûstandinên wan ên ligel Tehranê li ser pirsa nehêlana çekê atomî encamên erênî hebûne. Navborî herwisa bal kişand ser rewşa navxweyî ya welatê xwe û diyar kir ku Amerîka niha di lûtkeya pêşkeftina aborî de ye û bi sedan kargeh û projeyên mezin di qonaxa bicihanînê de ne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) ragihand: "Pêvajoya nehêlana çekê atomî li Îranê gelek baş ber bi pêş ve diçe û me hejmareka civînên gelek baş kiriye."
Peywendiyên ligel Îranê û dosya atomî
Trump amaje bi wê yekê kir ku her çend e wan pêştir bi tundî li cihên Îranê dabû, lê niha rewş ber bi aramiyê ve diçe. Wî tekez jî kir ku bi ti rengekî nabe Îran bibe xwediya çekê atomî, ji ber ku eger ev yek rû bide, hemî bizavên din ên aştî û pêşketinên li deverê bêmana dibin.
Şoreşa aborî û zîrekiya destçêkirî li Amerîkayê
Di tewerekî din ê axaftina xwe de, Serokê Amerîkayê behsa pêşketina aboriya welatê xwe kir û got: "Amerîkayê di dîroka xwe de çalakiyeka aborî ya wisa nedîtiye. Em mijûlî avakirina gelek kargehên timbêlan û projeyên nû yên teknolojiyê ne."
Donald Trump amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wî di warê "zîrekiya destçêkirî" (AI) û pîşesaziya giran de pêngavên pir mezin avêtine, ku bi salan bû Amerîka di van waran de paşve çûbû.
Civîna sêalî ya Îran, Pakistan û Qeterê
Hevdem, medyayên Îranê belav kiriye ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî li Dewhayê ye û biryar e civîneka sêalî ligel Pakistan û Qeterê bike. Di derheqa naveroka wê civînê de jî, wî amaje da ku her sê welat dê bala xwe bidin ser awayê bicihanîna yadaşta jihevtêgihîştinê ligel Amerîkayê.