Guhdar Şêxo: Em dixwazin Zaxo û Vayadolîda Îspanyayê bibin destexûşk
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperistê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand ku Korbenda Aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanyayê de bo çêkirina peywendiyan û ragihandina Zaxo û bajarê Vayadolîdê wekî du bajarên dost û destexûşk fersendeka zêrîn bû.
Serperistê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê behsa girîngiya lidarxistina Korbenda Aborî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îspanyayê kir û ragihand: “Ev çalakî dergehekî nû ye bo pêşxistina peywendiyên navbera îdareya Zaxoyê û herêma Kastiya û Liyonê bi giştî û bajarê Vayadolîdê bi taybetî.
Zaxo û Vayadolîd dibin destexûşk
Serperistê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ron jî kir ku danûstandinên baş hatine kirin, daku Zaxo û Vayadolîd di çarçoveya lihevkirina bajarên dost de bibin destexûşkên hevdu. Ev lihevkirin dê rêyê xweş bike ku îdareya Zaxoyê di sektorên cuda cuda yên wekî xwendin, çand, geştyarî û çandiniyê de, feydeyî ji ezmûna serkeftî û kevn a vî bajarê Îspanyayê werbigire.
Guhdar Şêxo bal kişand ser sektora xwendina bilind jî û got: "Zanîngeha bajarê Vayadolîdê li ser asta Îspanyayê yek ji kevintirin zanîngehan e, ji ber wê jî hevahengî di vî warî de dê bibe sedema veguhastina ezmûneka dewlemend a perwerdehiyê bo Herêma Kurdistanê."
Navborî eşkere jî kir ku ew kar dikin, daku di paşerojeka nêzîk de Serokê Şaredariya bajarê Vayadolîdê vexwînin Zaxoyê, daku ji nêzîk ve aşnayî fersendan bibe û lihevtêgihîştin biçin di warê bicihanînê de.
Ezmûna berê ya Zaxoyê ligel bajarên Amerîkayê
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di Tîrmeha sala 2025ê de, bi serokatiya Guhdar Şêxo û serkirdayetiya bajarê Morhêdê yê Amerîkayê, lihevkirineka fermî ya destexûşkî û dostaniyê îmze kiribû.
Ev lihevkirin – ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û Senator Rob Kupek ve pêşwaziyeka germ lê hatibû kirin – bi merema pêşxistina hevahengiyê di warên xwendin, çandinî û çandê.