Nebîh Birî: Îsraîl dixwaze di navbera artêşa Libnanê û Hizbullahê de fîtneyê derxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Libnanê Nebîh Birî hişyarî da ku Îsraîl hewl dide artêşa Libnanê bikişîne nav şerê bi Hizbullahê re. Birî tekez kir ku ew ê rê nedin "fîtneyeke" wiha û aştiya navxweyî biparêzin.

Serokê Parlamena Libnanê Nebîh Birî ji bo rojnameya "Al-Diyar" a Libnanî, bal kişand ser metirsiya plana Îsraîlê ya ji bo têkdana aramiya navxweyî ya welat. Birî "Rêkeftina Çarçoveyê" ya ku li Washingtonê hatibû îmzekirin, wekî "Rêkeftina Fîtneyê" binav kir û got: "Armanca rastîn a Tel Avîvê ew e ku artêş û Hizbullahê bîne beramberî hev, lê em ê rê nedin vê yekê."

Birî diyar kir, her piştî xwendina xalên rêkeftinê, wî helwesta xwe bi dirûşma "Na ji bo fîtneyê û na ji bo rûbirûbûna li kolanan" aşkere kiriye. Birî ev rêkeftin wekî "yekalî û li dijî berjewendiyên Libnanê" nirxand û careke din tekez kir ku ew li dijî danûstandinên rasterast ên bi Îsraîlê re ye.

Li ser pirsa çekan, Serokê Parlamenê destnîşan kir ku divê li seranserê Libnanê çek tenê di bin kontrola dewletê de bin. Her wiha ji bo pêkanîna her rêkeftineke mayînde, Birî daxwaz kir ku "sîwaneke navdewletî" ji Amerîka, Erebistana Siûdî û Îranê were avakirin, da ku bibe gerantorê aramiyê.

Birî di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku deriyê çareseriyê hîn nehatiye girtin û eger lîstikvanên din amade bin, ew amade ye ji bo ku welat ji vê rewşê rizgar bibe danûstandinan bike.