Sûriye: 21 kes di teqîna Şamê de bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqînekê de li kafeteryayekê li navenda bajarê Şamê yê paytexta Sûriyeyê, 5 kesan canê xwe ji dest da û 16 kesên dî jî birîndar bûn. Aliyên peywendîdar guman dikin ku ew rûdan ji ber bombeyeka çandî bûbe.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) ji zarê Rêveberê Beşa Hawarçûnê ya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê Ehmed Bukûr belav kir ku, amarên qurbaniyên di nav kafeteryaya "Muşîriye" de li ser cadeya Nesirê li navenda Şamê gihîştiye 5 kuştî û 16 birîndaran.
Li gorî zanyarên rêveberê navborî, tîmên hawarçûnê û birêvebirina qeyranan rasterast gihîştine cihê rûdanê û dest bi karên hawarçûn, rizgarkirin û parastina welatiyan kiriye.
Ji aliyekî dî ve jî, hinek çavkaniyan di daxuyaniyekê de bo televizyona fermî ya Sûriyeyê diyar kiriye ku pêşbînî tê kirin ku ew teqîn ji ber bombeyeka çandî ya teqîner qewimî be.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê pêştir jî eşkere kiribû ku ew teqîn li Cadeya Nesirê ya navenda Şamê, li nêzîkî Qesra Dadê, di hundirê kafeteryayekê de pêk hatiye.