Termê Xameneyî gihîşt Tehranê û amadekariyên merasîma veşartina wî tên kirin

Elî Xameneyî
Elî Xameneyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê Rêberê Bilind ê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî gihîşt Muselaya Mezin a Tehranê û biryar e roja sibe (Şemî, 4ê Tîrmeha 2026ê) bi pişkdariya bi milyonan kesan û hejmareka serkirde û kesatiyên biyanî, merasîma fermî ya veşartina wî bi rê ve biçe. Ev jî piştî ku navborî di êrîşeka esmanî ya Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin, ku dever ber bi şerekî mezin ve biribû.

Li gorî raportên ajansên fermî yên Îranê, termê Elî Xameneyî rojekê berî destpêkirina merasîma xatirxwestinê ku dê 6 rojan vekêşe gihîştiye "Mizgevta Îmam Xumeynî". Wêneyên belavbûyî nîşan didin ku darbesta wî bi ala Îranê hatiye nixaftin û ji aliyê hejmareka zêde ya alîgirên wî ve, ku cilên reş li ber wan in, ber bi nav mizgeftê ve tê birin.

Banga tolhildanê û geşta termê Xameneyî bo Îraqê

Serokê Perlemana Îranê û Danûstandinkerê Bilind ê wî welatî Mihemed Baqir Qalîbaf jî daxwaz ji gelê Îranê kiriye ku bi milyonan pişkdariyê bikin û ragihandiye: "Divê dengê neteweyî bo tolhildanê di guhê hemî cîhanê de deng bide."

Li aliyê dî jî, biryar e li Îraqê jî pêşwaziya termê Elî Xameneyî bê kirin û serdana cihên pîroz ên Necef û Kerbelayê pê bê kirin, bi pişkdariya kesatiyên siyasî û olî yên Îraqê.

Pişkdariya navxweyî û navdewletî li ber sîbera agirbestê

Ji aliyekî dî ve jî, welatê Pakistanê ku wekî navbeynkarê serekî di navbera Tehran û Waşintonê de rolê dibîne, ragihandiye ku Serokwezîrê wî welatî Şahbaz Şerîf dê pişkdariyê di wê merasîmê de bike. Herwesa welatên Çîn, Efxanistan û cîranên Îranê yên li devera Qafqasyayê jî diyar kiriye ku dê nûnerên xwe yên taybet bişînin. Her di vê çarçoveyê de, Serokê Hrêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro gihîşt Tehranê.

Ev amadekariyên veşartina termê Xameneyî di demekê de ne ku Îran û Amerîka piştî îmzakirina yadaştnameyeka hevfêmkirineka destpêkî, pabendbûna xwe bi rawestandina şer ragihandiye.

Biryar e ku termê Elî Xameneyî bo dema 3 rojan di mizgefta Tehranê de bimîne û paşê merasîma dawiyê ya veşartinê jê re bê lidarxistin.

Xameneyî li sala 1939ê li Meşhedê bûye û li sala 1989ê bûbû Rêberê Îranê. Di temenê 86 saliyê de, di encama bombebaraneka dijwar de, ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser cihê rûniştina wî li navenda Tehranê hatibû kirin, li roja 28ê Sibata 2026ê hat kuştin, ku paşê kurê wî Mucteba Xameneyî wekî cîgirê wî hat hilbijartin.