Misir bo cara yekem di dîrokê de gihîşt qonaxa 16an a Kupa Cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Misirê cara yekem di dîroka xwe de gihîşt qonaxa 16an a Kupa Cîhanê 2026. "Fîrewnan" di maçeke bi heyecan de, bi lêdanên penaltiyan b ser hilbijardeya Awistralyayê ket.

Li yarîgeha Dallas a Amerîkayê, hilbijardeya neteweyî ya Misirê rûpelêkî nû di dîroka futbolê de vekir. Piştî ku dema asayî û ya zêde bi wekheviya (1 – 1) bi dawî bû, Misirê bi encama 4-2 di penaltiyan de Awistralya têk bir û bilêta qonaxa 16an wergirt.

Hilbijardeya Misirê di xulekên pêşîn de bi golekî Emam Aşûr bi pêş ket. Lê belê hilbijardeya Awistralyayê di nîveka duyem de bi golekî berevajî encam kir (1 – 1) û maç vegerand xala destpêkê. Tevî hemû hewildanên her du hilbijardeyan di demên zêde de jî encam neguherî.

Di lêdanên penaltiyan de lîstikvanên Misirê hemû lêdan kirin gol, lê lîstikvanên Awistralyayê du penaltî winda kirin. Bi vê encamê, şahiyeke mezin li yarîgehê û li kolanên Misirê dest pê kir.

Ev gihîştina bo qonaxa 16an ji bo Misirê serkeftineke dîrokî ye, ji ber ku di beşdarbûnên xwe yên berê de, ti carî nekarîbû ji qonaxa komên derbas bibe. 

Piştî vê serkeftinê, Misir di qonaxa 16an de rûbirûyî hilbijardeya Argentînê dibe.