Anîmasyona kurdî 'Awaza Sirûştê' bi peyama parastina jîngehê tê nîşandan
Navenda Nûçeyan (K24) – Fîlmê anîmasyonî yê kurdî "Awaza Sirûştê" ku ji aliyê Piştîwan Ebdullah ve hatî nivîsandin û derhênan, amade ye. Ev fîlm dê di çarçoveya "Festîvala Kurdistanê ya Fîlmên Jîngehê" de were nîşandan.
Nivîskar û derhêner Piştîwan Ebdullah îro 4ê Tîrmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, berhema wî ya nû "Awaza Sirûştê" qonaxa berhemhênanê bidawî kiriye. Ebdullah destnîşan kir, ev fîlm ne tenê anîmasyoneke sade ye, lê belê nameyeke mirovî û jîngehparêzî ye ku bi zimanê wêne û hestiyan hatiye amadekirin.
Çîroka fîlm li ser ciwanekî bi navê "Azad" e ku di sibehê de li daristanê dimeşe û darlastîkek di destê wî de ye. Dema ku Azad dixwaze bilbilekî bike armanc, dengê şêrîn ê çivîkê û aramiya daristanê bandorê li ser wî dike. Azad di dawiyê de dev ji nêçîrvaniyê berdide û darlastîk ji destê wî dikeve. Ev guherîna li ser Azad nîşan dide ka çawa mirovek dikare ji "êşandêr" bibe "parêzvanê" sirûştê.
Piştîwan Ebdullah diyar kir, tevî ku fîlm bi kurdî ye, lê ji ber şêwazê wê yê hunerî, peyama wê gerdûnî ye û hemû mirovên cîhanê dikarin jê têbigihîjin. Ebdullah got: "Tiştê ku bedew e, divê were parastin, ne ku were tunekirin. Huner dikare hesta berpirsiyariyê li hember xwezayê di dilê mirovan de zindî bike."
Fîlmê "Awaza Sirûştê" berhemeke Festîvala Kurdistanê ya Fîlmên Jîngehê ye. Tê payîn ku ev anîmasyon di meha Îlona 2026an de, di dema lidarxistina festîvalê de li bajarê Soranê yekem car were nîşandan.