Konferansa Parêzerên Diyarbekirê: Aştî tenê bi naskirina mafên gel pêkan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Diyarbekirê "Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokrat" bi drûşma "Ji bo azadî, aştî û statûyê, hiqûqa demokratîk" dest pê kir. Serokê Baroya Diyarbekirê di vekirina konferansê de bal kişand ser bêmafiya 40 mîlyon Kurdan.
Serokê Baroya Diyarbekirê Ebdulqadir Guleç îro 4ê Tîrmehê di gotara vekirina konferansê de diyar kir, ji bo neteweyek bibe xwedî mafên rewa, ne şert e ku xwedî dewlet be, lê belê îro Kurd tevî nifûsa xwe ya mezin jî di bin zilmê de ne. Guleç got: "Îro 40 milyon Kurd bê maf in. Mafê zimên, çand û dîrokê mafên herî sirûştî ne. Em wekî hiqûqnasên Kurd, divê di vê konferansê de pêgeha gelê Kurd zelal bikin."
Serokê Baroyê bal kişand ser giringiya ziman û nûnertiya siyasî û destnîşan kir, divê Kurd di nav sîstemê de mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî bi dest bixin û li bajar û navçeyên xwe bi îradeya xwe werin temsîlkirin û beşdarî pêvajoyên biryardayînê bibin.
Guleç derbarê nîqaşên li ser pêvajoya nû ya aştiyê de hişyarî dan û got: "Her pêvajoyeke ku ne li ser bingeha hiqûq û dadweriyê be, nabe aştiyeke mayînde. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; aştî naskirina mafên vî gelî ye. Aştî ew e ku civak di nav sîstema siyasî de xwe wekhev bibîne."
Guleç her wiha daxwaza destûreke nû ya demokratîk û xurtkirina rêveberiyên herêmî kir, da ku mafên bingehîn werin parastin.
Di dawiya axaftina xwe de, Ebdulqadir Guleç bangeke yekrêziyê li parêzer û hiqûqnasên Kurd kir û got: "Bîr û baweriyên me çi dibin bila bibin; em sîsyalîst bin, lîberal bin an jî dîndar bin, divê em mil bidin hev û ji bo yekîtiya neteweyî bi hev re bixebitin."
Tê payîn ku di konferansê de pispor û zanayên hiqûqê li ser rêyên çareseriya pirsên hiqûqî û bidestxistina mafên gelê Kurd di bin sîstemeke demokratîk de gotûbêjan bikin.