Serokê berê yê Şaxê Ewlehiya Leşkerî li Qamişlo hate girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiya Navxwe lîwayê berê Elî Saleh Diyab, ku Serokê berê yê Şaxê Ewlehiya Leşkerî li Qamişlo bû, girt.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, hêzên ewlehiyê karîn Lîwa Elî Saleh Diyab bigirin. Diyab di serdema desthilatiya rêjîma berê de wekî yek ji stûnên sereke yên sîstema leşkerî û îstîxbaratî dihat naskirin.
Li gorî tomarên ewlehiyê, Elî Saleh Diyab di navbera salên 2008 û 2018an de, bi Serokê Şaxa Ewlehiya Leşkerî ya bajarê Qamişlo yê parêzgeha Hesekê bûye. Navê wî di wê heyamê de bi encamdana gelek tawanên sîstematîk û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ve hatibû girêdan.
Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku Diyab rasterast berpirsiyarê girtin û çewsandina hejmareke pir mezin a ciwanên Kurd û Ereb ên li Hesekê û Qamişlo bûye. Tê gotin ku wî bi sedan girtî radestî "Şaxa Filistînê" û zindana leşkerî ya navdar "Seydnaya" kirine, ku li wir gelek ji wan hatine windakirin an jî di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Navxwe destnîşan kir, ev operasyon di çarçoveya hewildanên ji bo cezakirina berpirsên rêjîma berê de pêk hatiye, yên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de heye. Armanc ji van girtinan pêkanîna "Edaleta Veguhêz", parastina mafên qurbaniyan û cîbicîkirina prensîpa "divê ti tawanbar ji ceza nefilitin" e.