250 sal di ser serxwebûna Amerîkayê re derbas dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 250 sal di ser ragihandina serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re derbas dibin. Li seranserê welat, ji Washingtonê heta Kalîforniyayê, bi mîlyonan welatî bi meş û şahiyên mezin vê roja dîrokî pîroz dikin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro, 4ê Tîrmeha 2026an, salvegera xwe ya 250 salî pîroz dike. Bi vê boneyê, li paytext Washingtonê û li hemû ayaletên din amadekariyên ku bi mehan e berdewam dikin, bi merasîmên bêhempa gihîştin lûtkeyê.

Welatiyên Amerîkî di vê roja taybet de, hestên xwe yên serbilindiyê parve dikin. Tristan McLellan, welatiyekî ji eyaleta Indianayê, ji peyamnêrê Kurdistan24ê Îsa Hesen re ragihand: "Ji bo min roja serxwebûnê tê wateya avabûna împaratoriyeke nemir. Em serbilind in ku me kompanyayên mîna Google, Microsoft, Meta û Apple afirandine. Dewletên Yekbûyî îro kontrola aboriya cîhanê dike û dolar %98ê bazirganiya cîhanî pêk tîne."

Ji aliyê din ve, Michael Miller ji Kalîforniyayê bal kişand ser giringiya azadiyê û got: "Divê em azadiya xwe di ser her tiştî re bigirin, nexwe em ê wê winda bikin." Hevjîna wî, Rose Miller, ji aliyê baweriyê ve nêzî mijarê bû û destnîşan kir ku "Bavên Damezrêner" têgihiştibûn ku Xwedê mafên wekhev dane hemû mirovan û ev rastî di destûra welat de hatiye çespandin.

Pîrozbahiyên îsal di bin çavdêriya komîsyona "America 250" û tîma taybet a Koşka Spî "Freedom 250" de têne birêvebirin. Di serdema serokatiya Donald Trump de, pîrozbahî bi nîşandanên leşkerî, firîna firokeyan li ser asmanê Washingtonê û mezintirîn lîstikên fîşekên hewayî yên di dîroka welat de têne xemilandin. Her wiha li yarîgeha navdar a Los Angelesê merasîmên xêrxwaziyê yên mezin têne lidarxistin.

Serxwebûna Amerîkayê

Di 4ê Tîrmeha 1776an de, 13 kolonyên li bakurê Amerîkayê bi fermî cudabûna xwe ji Împaratoriya Brîtanyayê ragihandin. Ev biryar piştî nakokiyên dirêj ên li ser bacên giran û nebûna nûnertiya di parlamenê de hat.

Thomas Jefferson, bi hevkariya George Washington û Benjamin Franklin, "Danezana Serxwebûnê" nivîsand. Piştî şerekî dijwar ku heta sala 1783an berdewam kir, Brîtanyayê bi Peymana Parîsê serxwebûna Amerîkayê nas kir. Di sala 1787an de jî destûra welat hat nivîsandin û sîstema federal a îro hat avakirin.