SOHR: Li gundewarê Reqayê 10 ciwanên Kurd hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiya Giştî yên ser bi Hikûmeta Veguhêz ve, li xaleke kontrolê ya gundewarê Reqayê 10 ciwanên Kurd ên xelkê Efrînê girtin. 

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, îro 4ê Tîrmehê li xala kontrolê ya bajarokê Keramê yê li gundewarê Reqayê, hêzên ewlehiyê yên "Hikûmeta Veguhêz" nêzîkî 10 ciwanên Kurd binçav kirin. Ev ciwan ji bo cihekî nenas hatine birin û heta niha sedema girtina wan nehatiye aşkerekirin.

Hat diyarkirin ku ciwanên girtî ji herêma Efrînê ne. Di dema rûdanê de ciwan ligel malbatên xwe di rê de bûn û dixwestin biçin parêzgeha Hesekê. Hêzên li xala kontrolê tenê ciwan girtine û dest nedane jinên ligel wan, lê belê ev yek bûye sedema tirs û nîgeraniyeke mezin di nav malbatan de.

Malbatên ciwanan bang li saziyên mafên mirovan û aliyên peywendîdar kirin ku ji bo aşkerekirina cihê girtina zarokên wan û azadkirina wan bikevin nav tevgerê.

Ev girtin piştî çend rojan ji operasyonên li gundewarê Helebê pêk tê. Di 1ê Tîrmehê de, hêzên ewlehiyê bi operasyoneke berfireh ketibûn bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên kurdnişîn û li wir jî 10 ciwan girtibûn.

SOHR balê dikişîne ser wê yekê ku ev girtinên dawî û operasyonên li Til Eran û Til Hasilê, nîşana zêdebûna zextan li ser pêkhateya Kurd a li wan herêman e.