Mesrûr Barzanî 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 250emîn salvegera ragihandina serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), peyameke pîrozbahiyê arasteyî gelê Amerîkayê kir û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Tîrmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Em pîrozbahiyê li gelê Amerîkayê dikin bi boneya vê roja dîrokî û derbasbûna 250 salan di ser îmzekirina Daxuyaniya Serxwebûna wan re."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: "Em hevbeşiya stratejîk û dostaniya xwe ya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bilind dinirxînin."

Mesrûr Barzanî amaje bi hevkariyên serbazî û ewlehiyê kir û got: "Em bi şanazî li dîroka hevkarî û karên xwe yên hevbeş di warê têkbirina terorê de dinêrin. Em bi hêvî ne ku peywendiyên me ji bo nifşên paşerojê hîn bêtir bihêz bibin."