Polîsê Hewlêrê: Xurşîd Herkî û birayekî wî hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ragihand, wan du tometbar girtine ku destê wan di kuştina Pêşmergeyek û welatiyekî de hebû û li qezaya Xebatê bûbûn sedema tevliheviyê.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsên Hewlêrê, îro Yekşemê (05.07.2026), hêzên wan bi biryara dadwer karîn du tometbarên bi navên (Xurşîd Letîf û Heyder Letîf) desteser bikin.

Polîsê Hewlêrê diyar kir, van her du tometbaran di dema borî de li qezaya Xebatê tawanên curbicur pêk anîne û bûne sedema têkdana aramiya deverê. Tawanên herî diyar ên ku li ser wan hatine tomarkirin ev in:

- Şehîdkirina Pêşmergeyek û welatiyekî.

- Şewitandina alav û kelûpelên serbazî yên hêzên Pêşmerge.

- Êrişkirina ser mal û milkên giştî û yên taybet ên welatiyan.

- Handana xelkê li dijî yasa û aramiyê.

- Rêgirî li cîbicîkirina projeyên hikûmî û gefxwarina li binesaziya aborî ya deverê.

Hate ragihandin ku girtina van her du kesan piştî wê yekê hat, gelek welatiyan li dijî wan gilî û gazindên yasayî tomar kirin. Biryar e di demeke nêz de ji bo hemû tawanên xwe, ew derkevin pêşberî dadgehê, daku cezayê xwe yê yasayî wergirin.

Polîsê Hewlêrê di daxuyaniya xwe de dilniyayî da welatiyan û destnîşan kir, parastina can û malê xelkê erkê wan ê sereke ye. Her wiha tekez kir ku yasa li ser serê her kesî ye û ew ê bi ti awayî rê nedin ti tawanbar û têkderan ku ewlehî û aramiya welat têk bidin.