Elî Ezmayî wek fermandarê nû yê hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran dest bi kar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Îranê (ISNA) ragihand, Admiral Elî Ezmayî bi fermî wek fermandarê nû yê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran hatiye erkdarkirin û dest bi karê xwe kiriye.

Supaya Pasdaran pêştir ragihandibû, fermandarê berê Lîwa Elî Riza Tengsîrî di 30’ê Adara 2026’an de ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest dabû. Hatibû diyarkirin ku Tengsîrî di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de birîndar bûbû.

Artêşa Îsraîlê di 26’ê Adarê de nûçeya kuştina Tengsîrî belav kiribû. Îsraîlê Tengsîrî wek berpirsê sereke yê plansaziyên "girtina Tengava Hurmizê" û "çandina mînên deryayî" tawanbar dikir.

Fermandarê nû Elî Ezmayî, di yekem peyama xwe ya piştî wergirtina postê xwe yê nû de, gefên tund li Washington û Tel Avîvê xwarin. Ezmayî di daxuyaniya xwe de got: "Tolhildana xwedayî ji Amerîka û Îsraîlê ne pir dûr e." Ev peyam wek nîşaneyekê tê dîtin ku Îran dê bersiva kuştina serkirdeyên xwe yên serbazî bide û rageşiya li navçeyê berdewam bike.

Elî Ezmayî kî ye?

Elî Ezmayî yek ji fermandarên xwedî ezmûn ên hêzên deryayî yên Îranê ye:

- Ji sala 2012’an ve fermandariya Herêma 5’an a deryayî dikir.

- Di sala 2022’an de ji aliyê Rêberê Bilind ê Îranê yê berê, Elî Xameneyî ve pileya "Lîwa Rukin" wergirt.

- Di sala 2019’an de ji ber çalakiyên wî yên serbazî yên li navçeyên stratejîk ên Kendavê, navê wî ji aliyê Amerîkayê ve hatibû xistin di lîsteya cezayan de.