Peykerên Nalî û Şêrko Bêkes li Silêmaniyê tên danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Peykersazê Kurd Çêner Nizar di pêngaveke giring a hunerî de, peykerên du stûnên herî mezin ên wêjeya Kurdî, Nalî û Şêrko Bêkes, ji kevirê mermer amade kirin.
Peykersaz Çêner Nizar ji Kurdistan24ê re da zanîn, ev proje ne tenê karekî hunerî ye, lê belê bizavek e ji bo zindîkirina dîrok, wêje û nasnameya Kurdî bi rêya hunera peykersaziyê.
Çêner Nizar diyar kir, wî ji bo her peykerekî nêzîkî 4 mehan bi berdewamî kar kiriye. Wî hemû qonaxên kar, ji hilbijartina kevir heta nexşandina hûrguliyan bi destên xwe pêk anîne. Nizar destnîşan kir, bikaranîna mermer di peykersaziyê de yek ji karên herî zehmet e, ji ber ku her şaşiyeke biçûk dikare kevir bi temamî ji nav bibe.
Nizar diyar kir, peykerê Nalî 285 santîmetre bilind e û Ppeykerê Şêrko Bêkes jî 270 santîmetre bilind e.
Herwiha got: "Ya giring ne tenê qebareya wan e, lê min xwast ez ruh, hest û kesayetiya her du helbestvanan di nav kevir de nîşan bidim. Min gelek dem dabû lêkolînkirina wêne û taybetmendiyên wan, daku karê min nêzîkî rastiyê be."
Peykersaz Çêner Nizar bal kişand ser giringiya her du helbestvanan û got: "Nalî wekî damezrînerê helbesta klasîk a Kurdî cihê xwe di dîrokê de girtiye. Şêrko Bêkes jî wekî nûjenkarê helbesta hevçerx a Kurdî tê naskirin. Min xwast bi van peykeran nifşê nû hîn bêtir bi van her du kesayetiyên mezin bide naskirin."
Merasîma perdekirina peykerên Nalî û Şêrko Bêkes, biryar e roja Çarşemê, 8ê Tîrmeha 2026an, li bajarê Silêmaniyê, li kolana Kornîşê di Galeriya Pîcasso de were lidarxistin.
Hunermend Çêner Nizar di sala 1986an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Beşa Peykersaziyê ya Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye. Heta niha beşdarî 60 pêşangehên hevbeş li Kurdistanê û 4 pêşangehên li derveyî welat bûye.