Ewlehiya Mondiyalê: FBI dest danî ser 600 dronên neyasayî
Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Federal a Lêkolînê ya Amerîkayê (FBI) ragihand, di çarçoveya parastina lîstikên Mondiyala 2026an de, wan dest danî ser zêdetirî 600 dronan ku bi awayekî neyasayî difiriyan.
FBI di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" aşkere kir, ji destpêka Mondiyalê ve heta niha, bi hevkariya Wezareta Ewlehiya Navxweyî, wan li her 11 bajarên Amerîkayê yên ku mêvandariya lîstikan dikin, 600 dronên neyasayî girtine.
Li gorî daxuyaniyê, ev dron li navçeyên ku firîn lê qedexe ye hatine dîtin. Herwiha FBI destnîşan kir, ev rênimayên ewlehiyê ji bo parastina silametiya lîstikvan, alîgir û birêveçûna aram a yariyan hatine girtin.
Berpirsê rêkxistina Mondiyalê li Amerîkayê Giuliani diyar kir, ev kupa ji bo dîroka Amerîkayê mezintirîn rikberiyên ewlehiyê ye. Giuliani got: "Ev sîstema ku niha em peyrew dikin, di dîroka merasîmên werzişî yên mezin de sîstema herî aloz û pêşketî ye."
Giuliani her wiha da zanîn, planên wan ên ewlehiyê pişta xwe bi teknolojiyên pir pêşketî girê didin. Ev teknolojî ji bo çavdêrîkirin û analîzkirina daneyên alîgiran, şandên fermî û heta rojnamevanan jî tê bikaranîna, daku beriya her rûdanekê, çalakiyên gumanbar werin aşkerekirin.
Her wiha hate ragihandin, saziyên ewlehiyê li dijî her cure gefekê di amadebaşiyê de ne, nexasim li dijî hewildanên vedizîna wan kes û koman ku Washington wan wekî metirsî dibîne.