Li Rojavayê Kurdistanê nirxê her ampêreke elektrîkê bo 25 dolaran bilind bû
Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, bihayê elektrîka jeneratoran (amper) bi rengekî berçav bilind bû. Ev biryar bûye barekî giran li ser milê welatiyên ku jixwe di nava krîzeke kûr a aborî de dijîn.
Li Qamişlo bihayê her ampêrekê elektrîkê gihîştiye 25 dolarên Amerîkî. Ev yek di demekê de ye ku germahiya havînê gelekî bilind e û pêdiviya malbatan bi elektrîkê ji bo sarker û amûrên hênikkirinê zêde ye.
Welatiyên Qamişloyê nerazîbûna xwe li dijî vê buhabûnê tînin ziman. Welatiyekî bi navê Xidir Yûsif diyar kir, ev rewş êdî nayê qebûlkirin û got: “Bihayê ampêrekê bûye 25 dolar. Malbatek ku 4 ampran bikşîne, divê mehê 100 dolaran bide. Ev di demekê de ye ku mûçeyê fermanberekî tenê 100 dolar e; ango divê hemû mûçeyê xwe bide elektrîkê û birçî bimîne.”
Welatî Mihemed Elî û Îzedîn Sedo balê dikişînin ser wê yekê ku xwediyên jeneratoran hinceta kêmkirina mazotê nîşan didin, lê di rastiyê de mazot heye lê bi giranî tê kirîn. Welatî dibêjin ku ev 15 sal in pirsgirêka elektrîkê nehatiye çareserkirin û her ku diçe barê aborî yê li ser xelkê girantir dibe.
Bilindbûna bihayê amperan bandoreke nerênî li hemû beşên civakê kiriye. Malbatên ku nikarin vî pereyî bidin, neçar dimînin ku di nava germahiya dijwar a havînê de bê elektrîk bimînin. Welatî daxwaz dikin ku aliyên peywendîdar çareseriyekê ji bo vê buhabûnê bibînin û çavdêriyeke zêde li ser xwediyên jeneratoran bikin.