Li Sineyê çiyagerî di nav jinan de bûye çandeke nû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, çiyagerî û meşîna di nav xwezayê de di nav jinan de bûye çandek. Jinên ku piranî dema xwe bi karên malê û xwedîkirina zarokan derbas dikin, ji bo tenduristiya xwe ya laşî û derûnî, heftê du rojan diçin çiyê.
Li bajarê Sineyê, di salên dawî de hejmara jinên ku bi awayekî rêkûpêk werzişa çiyageriyê dikin, her ku diçe zêdetir dibe. Ev jinên ku ji jiyana girtî ya nav malê derdikevin, çiyê wekî dermanekî ji bo nexweşiyên mîna şekir û stresa derûnî dibînin.
Jinên Sineyî yên ku di nav "Koma Çiyagerî ya Kosalan" de cih digirin, heftê du rojan li herêmên çiyayî yên derdora bajêr dimeşin. Li gorî zanyariyan, ev çalakî ne tenê werziş e, lê belê ji bo van jinan bûye beşek ji jiyana wan a civakî.
Meryem Arwend derbarê bandora çiyageriyê de wiha dibêje:
"Ez nêzîkî 15 salan e nexweşa şekir im. Bijîşkan ji min re got ku ez bimeşim da ku asta şekirê min dadkeve. Şikir ji xwedê re, niha rewşa min pir baş e. Hem ji aliyê laşî û hem jî ji aliyê derûnî ve ez xwe pir rehet hîs dikim."
Ji ber ku ev jin beşeke mezin a jiyana xwe di nav çar dîwarên malê de bi karên xizmetê re derbas dikin, çiyagerî ji bo wan bûye derfetek ku ji stresê dûr bikevin.
Çiyagera bi navê Xeyrî jî balê dikişîne ser aliyê civakî yê vê werzişê û dibêje: "Em bi komên xwe re tên vir. Ev der ji bo me cihekî pir aram e. Em li vir bi hevalên xwe re sohbet dikin û ji xema dûr dikevin. Çiyagerî ji bo her jinekê pêdiviyek e."
Pispor û çalakvanên li herêmê diyar dikin ku werzişa li nav xwezayê, bandoreke rasterast li ser kêmkirina nexweşiyên mîna tîroîd, tansiyon û nexweşiyên dil dike. Ji ber vê yekê, her ku diçe komên jinan ên çiyageriyê li Sine û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir dibin.
Ev pêngava jinan di heman demê de mîna peyamekê ye ku jin dikarin di her qadê de li ser lingên xwe bisekinin û ji bo tenduristiya xwe ya pêşerojê gavan biavêjin.