Xelkê Qezneferê piştî revandina ciwanekî: Çareserî tenê vegera Pêşmergeyan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Qezneferê, revandina Herdî Zeynel ê 30 salî çîrokeka tirsê afirandiye. Li cihê bûyerê şûnpêyên pênc kesan hê jî bi ronî li ser erdê mane û diyar e ku li heman cihî hatiye dorpêçkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye revandin.
Li gorî zanyaran, li wî gundî tirseka wisa belav bûye ku ti kes newêre li pêşiya kamerayan biaxive. Sedema vê yekê ew e ku piştî hatina şevê, sînor ji bo livîn û tevgerên çekdarên nenas bi temamî vala dibe. Xelkê gund diyar dike ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê tenê bi rojê tên dîtin, lê gava tarî dikeve erdê, ti hêzek li wê deverê namîne û metirsiya li ser canê welatiyan zêdetir dibe.
Daxwaza vegera Pêşmergeyan
Welatiyekî wê deverê di derheqa vê rewşê de dibêje: "Çareseriya vê qeyranê tenê û tenê vegeriyana hêza Pêşmergeyan bo vî sînorî ye, an jî pêkanîna hêzeka hevpar bo parastina deverê ye, ji ber ku niha Kurd li vê deverê bêxwedî ne."
Valahiya ewlehiyê: Cihê tevgera DAIŞê
Nediyariya çarenivîsa Herdî ne tenê malbata wî belkî tevahiya şêniyên Qezneferê û xelkê Pirdê xistiye nav fikaran û ew rûbirûyî pirsyareka mezin kirine: Gelo dê kengî ev sînor ji wan çekdarên nenas bê paqijkirin?
Ev bûyera revandina ciwanekî 30 salî belgeyeka din e ku çekdarên nenas an jî paşmayiyên DAIŞê hê jî li deverê çalak in. Tevgera wan bi taybetî li wê valahiya ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê de zêde bûye.
Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ne dixwazin ew bi xwe wê valahiyê pir bikin, ne jî rêyê didin Pêşmergeyan an hêzeka hevpar daku vegerin û ewlehiya welatiyên deverê biparêzin.