PDK û Ezm: Parastina hevsengiya niştîmanî bo tenahiya Iraqê giring e
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ligel serkirdetiya Hevpeymaniya Ezmê civiya û pê re pêşhatên herî dawiyê yên siyasî yên Îraqê û çend pirsên bo her du aliyan girîng nîqaş kirin.
Şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) bi serokatiya Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hoşyar Zêbarî, serdana bingeha Hevpeymaniya Ezmê li Bexdayê kir û ji aliyê endamên desteya serkirdetiya wê hevpeymaniyê ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Fares Îsa di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di wê civînê de guhertin û pêşhatên dawiyê yên qada siyasî ya Iraqê ligel çend dosyeyên ji bo her du aliyan giring hatin nirxandin.
Tekezî li ser diyalogê hat kirin
Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî û çespandina zimanê diyalogê di navbera hêzên siyasî yên Îraqê de kir, bi armanca piştgirîkirina tenahiya siyasî û afirandina rewşeka erênî di navbera aliyên cuda cuda de, ku xizmeta pêvajoya siyasî ya Iraqê bike.
Bingeha hevkariya rastîn
Amadebûyiyên wê civînê li ser giringiya parastina hevsengiyên nîştimanî û çespandina bingehên hevkariya rasteqîn di birêvebirina dezgehên federal de hevnerîn bûn, bi awayekî ku berjewendiya giştî û tenahiya tevgir li Îraqê misoger bike.