Li Dîwandereyê mezintirîn zeviya nûjen a berhemandina temateyan hat çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîwandereyê yê girêdayî parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mezintirîn zeviya sergirtî ya Îranê bo berhemandina temateyan hat avakirin ku qonaxa wê ya yekê li ser rûberê 50 hezar metreyên ducarî hatiye çêkirin.

Ev projeya mezin a çandiniyê bi bizav û sermayeya sermayedarekî Kurd hatiye damezrandin. Biryar e di demeka nêzîk de pişka wê ya duyê jî li ser eynî rûberî (50 hezar metreyên ducarî) bê vekirin û rûberê projeyê bibe 100 hezar metreyên ducarî.

Teknolojiyeka bilind û çandina bêax

Ev zevî bi pêşketîtirîn teknolojiyên serdem hatiye amadekirin. Tevahiya qonaxên avdêriyê, kontrolkirina germê û şêbûnê (teratiyê) bi rengekî otomatîk tên birêvebirin. Di avakirina vê zeviyê de şûşeyên zîrek (smart) hatine bikaranîn ku dikarin li gorî pêdivîtiya berhemî, radeya tîşka rojê sînordar bikin.

Yek ji taybetmendiyên herî nimûneyî û nûjen ên vî cihî peyrewkirina sîstema çandina bêax e; ku tê de rihên şitilên temateyan li şûna axê rasterast di nav avê de şîn dibin.

2500 tonên berhem û derfetên kar

Ji ber sîstema wê ya nûjen, ev zevî dikare di hemî demsalan de temateyan berhem bîne. Di her gereka berhemanînê de jî, 2500 ton ji çend cûnên cuda cuda yên temateyan tên hilberandin ku piraniya vî berhemî bo derveyî welat tê hinardekirin.

Vê projeya stratejîk di qonaxa xwe ya yekê de derfetên kar ên rasterast bo 100 kesan ji xelkê deverê peyda kirine. Piştî bicihanîna qonaxa duyê jî, ji bilî ku berhemê zeviyê dê du qat zêde bibe, derfetên kar ên rasterast bo 100 kesên din jî li wê deverê tên afirandin.