Bazirganiya deryayî ya navbera Îran û Qeterê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Bazirganiyê yê Îranê li Dewheyê ragihand ku hêla bazirganiya deryayî ya navbera Îran û Qeterê, piştî pênc mehan ji rawestandina wê ji ber hevrikiyên serbazî, bi rengekê fermî hat destpêkirin. Ev pêngav jî piştî hevfêmkirina ewlehiyê ya meha borî ya navbera Waşinton û Tehranê bo asayîkirina hatin û çûna keştiyên bazirganî li Kendavê tê.

Berpirsê Bazirganiyê yê Îranê li Dewheyê Ebas Ebdulxenî îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) bo medyayê aşkere kir ku geştên deryayî yên bazirganî di navbera bendera "Deyer"ê ya Îranê û bendera "Ruweys"ê ya Qeterê de hatin destpêkirin. Rêxistina vê hêla bazirganî piştî hevahengiyeka nêzîk di navbera Balyozxaneya Îranê li Dewheyê û rayedarên Qeterê de hatiye bicihanîn.

Bandora şer li ser benderan

Her du bender di lihevguhertina bazirganiya deverê de xwedî pêgeheka stratejîk in, bi taybetî bendera Deyerê ya Îranî ku di dema şerê borî de çend caran rastî zirar û bombebarankirinê hatibû.

Ev destpêkirina bazirganiya deryayî encama hevfêmkirina demkî ya meha borî ya navbera Tehran û Waşintonê ye, ku tê de bidawîhatina şerê çar mehan ê navbera wan hat ragihandin. Di peymanê de şertê vegerandina hatin û çûna keştiyan li Kendavê bo rewşa beriya şer hatibû çespandin, tevî ku hê jî li ser dergehên Kendavê hinek hevrikî hene.

Asayîbûna qonax bi qonax li deverê

Ji aliyekê din ve jî, vegerandina bazirganiya deryayî tenê Qeterê venagire; di dawiya meha Hezîrana borî de berpirsekî Rêxistina Pêşxistina Bazirganiyê ya Îranê ragihandibû ku kelûpelên Îranî ji bendera "Cebel Elî"yê li Îmaratê hatine derxistin.

Bendera “Cebel Elî”yê wekî mezintirîn bendera deverê tê naskirin û destpêkirina kar tê de nîşaneka ron e bo asayîbûna qonax bi qonax a bazirganiyê di navbera her du aliyên Kendavê de.