Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Kazim Şanederî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir Kazim Şanederî peyamek belav kir û tê de sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê), ji ber koça dawiyê ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir Kazim Şanederî, peyameka sersaxiyê belav kir.
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin: "Bi mixabiniyeka mezin ve, min nûçeya koça dawiyê ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyetê û pişkdarê her du şoreşên Îlon û Gulanê Kazim Mistefa Omer, ku wekî Kazim Şanederî tê naskirin, bihîst."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her di peyama xwe de bal kişand ser dîroka tije xebat a wî têkoşerî û diyar kir: "Kazim Şanederî xebatkarekî dêrîn û têkoşerekî qehreman û naskirî yê Kurdistanê bû, ku hemî jiyana xwe pêxemetî berevanîkirina ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê feda kir."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de jî ji dil sersaxî ji malbata têkoşer a Kazim Şanederî, û heval û dostên wî re xwest û xwe wekî hevparê xema wan da zanîn.