Li Londonê pêşangeha 'Tarikîya Enfalê' a Osman Ehmed hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar Osman Ehmed pêşangeha xwe ya nû bi navê "Tarikîya Enfalê" li Londonê vekir. Ehmed diyar dike ku mebesta wî belgekirina tawanên komkujiya Enfalê ye bi rêya zimanê hunerê. 

Osman Ehmed îro 6ê Tîrmehê ji Kurdistan24ê re ragihand, pêşangeha "Tarikîya Enfalê" ji nîşandana tabloyên hunerî wêdetir e; ew belgeyeke dîtbarî ye ji bo parastina mîrate û bîranîna karesata herî mezin a dîroka hevçax a Kurdistanê. Ehmed herwihagot: "Huner zimanekî wisa ye ku hest, êş û bîranînan ji peyvan xurttir radigihîne."

Osman Ehmed di karên xwe de bêtir giranî daye ser sembol, reng û siyan, daku hestên wekî tirs, wendabûn, xerîbî û bendewariyê nîşan bide. Tabloyên wî behsa jiyana malbatên ku merivên xwe winda kirine, gundên wêrankirî, koçberiya bi zorê û gorên bikom dikin. Ehmed destnîşan kir ku armanca wî hiştina arşîveke zindî ye, ji bo nifşên paşerojê vê dîrokê ji bîr nekin û tawanên li dijî mirovahiyê dubare nebin.

Li gorî şêwekarê Kurd, her tabloyek bangawaziyek e ji bo dadperweriyê û nasandina jenosîdê. Ew di tabloyan de behsa jiyanên nîvco, zarokên wendabûn û dayikên ku hîna jî li benda vegera merivên xwe ne, dike.

Osman Ehmed kî ye?

Şêwekar Osman Ehmed sala 1962an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew bi xwe yek ji rizgarbûyên komkujiya Enfalê ya sala 1988an e. Ji ber kêmbûna belgeyên dîtbarî yên li ser vê karesatê, wî jiyana xwe terxan kiriye ku bi rêya hunerê, hovîtiya Enfalê bi çavê qurbaniyan nîşanî cîhanê bide.

Pêşangeha "Tarikîya Enfalê" duh li Galeriya "New Millennium" a Londonê vebû û dê 4 rojan li pêşberî hunerhezan be.