Pêşewa Hewramanî: Parçeyên erdî bi zindaniyên siyasî û kesûkarên şehîdan tên dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêvajoya parvekirina parçeyên erdî malbatên şehîdan û girtiyên siyasî jî vedigire û bo vê meremê jî zêdetir ji 20 hezar parçeyên erdî hatine terxankirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) diyar kir ku her çend e di biryara berê de tenê fermanber bo wergirtina parçeyên erdî hatibûn destnîşankirin, lê li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dan ku parçeyên erdî bi zindaniyên siyasî û kesûkarên şehîdan jî bên dan.
Hûrgiliyên hejmara parçeyên erdî
Di derheqa hejmara wan kesan de yên ku dê ji vê biryarê feydeyî werbigirin, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev hûrgilî aşkere kirin:
- Malbatên şehîdan: 5 hezar û 440 parçeyên erdî dê bi malbatên şehîdên senger û qurbaniyên jenosîdê bên dan.
- Girtiyên siyasî: 15 hezar û 499 parçeyên erdî bo zindaniyên siyasî hatine terxankirin.
Pêşewa Hewramanî tekez li ser wê yekê jî kir ku şertê sereke bo wergirtina parçeyên erdî ew e ku berê wan kesan an jî malbatên wan ji aliyê hikûmetê ve parçeyên erdî wernegirtibin.
Ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya bizavên kabîneya nehê ya hikûmetê de ye, bo zêdetir xizmetkirina kesûkarên serbilind ên şehîdan û wan têkoşerên ku ji ber helwestên xwe yên siyasî di zindanên rejîma berê de hatibûn çewisandin.
Di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, li roja 27ê Adara 2024ê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar hatibû dan ku parçeyên erdî li ser hemî wan fermanberan bên parvekirin ên ku berê wernegirtibûn. Ev biryar paşê li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya fermî ya "Weqayîa Kurdistanê" de hatibû belavkirin.