Li Sûriyeyê benzîn erzan bû lê peydakirina wê bizehmettir bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara Hikûmeta Sûriyeyê li ser kêmkirina nirxê sotemeniyê ji %14 heta %20, qerebalixiyeka zêde û li benzînxaneyên Şam, Heleb û gundewarên wan tên dîtin.

Ev pêngava nexwestî û neçaverêkirî bû sedem ku xwediyên benzînxaneyan qebareya sotemeniya ku difroşin destnîşan bikin, daku zirareka mezin bi wan nekeve. Vê yekê jî hiştiye ku bi dehan welatî ji bo dagirtina benzînê gelek saetan li sirayê rawestin.

"Em 8 saetan li sirayê radiwestin"

Welatiyê bi navê Nayif Hemdan li ser vê krîzê ji bo K24ê axivî û got: "Em heft heta heşt saetan radiwestin, li hin benzînxaneyan jî du saetan. Li gelek benzînxaneyan tenê du amûrên dagirtinê dixebitînin û hinek jî hemiyan dixin kar.”

Herwesa got: “Bi rengekê giştî li hemî benzînxaneyan benzîn heye, lê qerebalixiyeka zêde li ser e û ji tenekeyekê yan teneke û nîvekê zêdetir nadin. Krîza sotemeniyê rewş bi yekcarî wêran kiriye; rast e erzan kiriye, lê tişta pêdivî hîn nehatiye dabînkirin."

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyên fermî de piştrast dike ku ev krîz astengiyeka demkî ye û sedema gurbûna wê, tevgera bazarê û daxwaza zêde ya welatiyan e. Tevî vê yekê jî, li hinek deveran benzînxane qebareyeka kêm difroşin û ji bo her timbêlekê tenê 20 lîtreyên benzînê hatine destnîşankirin.

Daxwaza çavdêriyê li gundewaran tê kirin

Welatiyekî din ê bi navê Omer Elqaliş behsa rewşa gundewarên Şamê dike û dibêje: "Li hinek benzînxaneyan tu neçar î ku rawestî ji ber ku qerebalixiyeka zêde li ser wan heye, bi taybetî yên li gundewarên bajêr wekî Ceremana û Keşkolê. Divê çavdêriyeka tund li ser wan hebe."

Ev krîz di demekê de ye ku hikûmet li ser bizavên xwe ji bo kontrolkirina rewşê û çareserkirina vê krîzê bi rêya zêdekirina parvekirin û hawirdekirina sotemeniyê berdewam e. Welatî jî li bendê ne ku mîkanîzma nû ya destnîşankirina nirxî bi ser bikeve û benzîn bi awayekî rêxistî bê parvekirin, daku ev qerebalixiya ku tevgera hatin û çûna rojane li seranserî bajaran zehmet kiriye, bi dawî bibe.