Herêma Kurdistanê: Nirxê benzînê dadikeve û hefteya bê hîn erzantir dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla daxistina nirxê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê berdewam e; lîtreya benzîna bazirganî bêtir ji 100 dînaran herzan bûye û li gorî pêşbîniyên fermî, di hefteya bê de nirx dê hîn bêtir jî ber bi jêr ve biçin.

Serokê Encûmena Benzînxaneyên Hewlêrê Cengî Mecîd îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) bo peyamnêrê Kurdistan24ê Azer Farûq ragihand ku, pêştir ji ber krîzên cîhanî nirxê sotemeniyê li seranserî cîhanê, Îraqê û Herêma Kurdistanê jî bilind bibû, bi awayekî ku nirxê lîtreyeka benzîna asayî gihîştibû 1175 dînaran. Lê niha ji ber bidawîhatina wan krîzan, bere bere nirx ber bi jêr ve diçin.

Nirxê îro yê benzînê li bazarê

Cengî Mecîd li ser nirxê îro yê benzînê li bazarê ev hûrgilî dan:

- Benzîna Asayî (Normal): Ew benzîna ku di pişkinînên hikûmetê re derbaz dibe û kalitiya wê guncayî ye, nirxê lîtreyekê di navbera 915 bo 920 dînaran de ye, di demekê de ku pêştir 1000 dînar bû.
- Benzîna Kar 1 û Kar 2: Pêştir lîtreya wê bi 1120 dînaran bû, lê îro daketiye navbera 960 bo 965 dînaran, yanî bêtir ji 100 dînaran ji nirxê wê kêm bûye.
Serokê Encûmena Benzînxaneyên Hewlêrê pêşbînî dike ku di hefteya bê de nirxê benzîna bazirganî hîn bêtir dakeve; ji ber ku xalên pişkinînê hatine vekirin û hêsankarî hatine kirin. Herwesa daxistina nirxê petrolê jî di bazarên cîhanî de ber bi daketinê ye û ev yek jî rasterast bandorê li ser erzankirina benzînê li navxwe dike.

Hêsankariyên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî

Di pişkeka din a axaftina xwe de, Serokê Encûmena Benzînxaneyan behsa biryarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kir û ron kir ku wezaretê rê daye ku benzîn bo hemî deverên Herêma Kurdistanê bê hinartin. 

Cengî Mecîd herwesa got: "Her kes dikare benzînê bîne nav Kurdistanê û ev yek tenê bo kompanyayan nîne, bi wî şertî ku benzîn xwedî kalitiyeka baş be û tu arêşeyeka wê nebe."

Benzîna bi 750 dînaran a hikûmetê

Di derheqa benzîna piştgirîkirî ya hikûmetê de jî ku bi nirxê 750 dînaran tê belavkirin, navborî aşkere kir ku rojane 55 tankerên benzînê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên belavkirin û pişka parêzgehan bi vî rengî ye:

- Silêmanî: Rojane 15 tanker.
- Dihok û Zaxo: Rojane 15 tanker.
- Hewlêr û Soran: Rojane 25 tanker (ku li ser 25 Benzînxaneyan tê belavkirin; 21 ji wan di nav bajarê Hewlêrê de ne û 4 jî li sînorê Soranê ne).