Holanda bi projeyeka stratejîk piştgiriya pêşxistina çandiniyê li Baziyanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Holandayê bi rêya projeyeka giring û stratejîk, ku ev sê sal in kar li ser lêkolînên wê dike, bizavê bo pêşxistina çandiniyê û zêdekirina berhemê şînkayiyê li devera Baziyanê dike. Cîgira Konsulê Giştî yê Holandayê li Hewlêrê jî tekezê li ser giringiya karkirina hevpar a navbera cotkar, dezgehên lêkolînê û hikûmetê dike.
Cîgira Konsulê Giştî yê Holandayê li Hewlêrê Bertrile Snoyer îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku, ev proje berî nêzîkî sê salan hatiye destpêkirin û di destpêkê de nirxandineka hûr û giştgir bo bazara Baziyanê kiriye. Di vê çarçoveyê de jî, hevdîtin ligel cotkar, bazirgan, dabînker û dezgehên hikûmî hatine kirin, daku baştirîn fersendên paşerojê li Baziyanê bên ceribandin.
Modela çandiniyê ya Holandayê
Cîgira Konsulê Giştî yê Holandayê herwesa bal kişand ser modela çandiniyê ya welatê xwe û diyar kir: "Li Holandayê baweriya me bi wê yekê heye ku kerta çandiniyê hingê pêş dikeve, dema ku cotkar, dabînker, bazirgan, navendên lêkolînê û hikûmet bi hev re kar bikin.”
Bertrile Snoyer herwesa got: “Her aliyek xwedî roleka xwe ya taybet e, lê ev hevparî ji bo gehiştina bi kerteka çandiniyê ya bihêztir, berdewamtir û xwedî şiyana rûbirûbûna pêşbaziyê ye."
Guhertina keşûhewayê û kêmiya avê
Wê herwesa bal kişand ser astengiyên li pêşiya çandiniyê û rûbirûbûna wan û got: "Guhertinên keşûhewayê, kêmiya avê û tundbûna pêşbaziya di bazarên navdewletî de, arêşe û astengiyên mezin in ku tu cotkarek nikare bi tenê rûbirûyî wan bibe.”
Cîgira Konsulê Giştî yê Holandayê tekez jî kir: “Van sedeman wesa kiriye ku cotkarên Holandayê bi hev re kar bikin, zanyaran li hev biguherin, torên bawerpêkirî ava bikin û di dezgehên cuda cuda de veberhênanê bikin; ji ber ku guhertin û rûbirûbûna arêşeyan tenê bi kesekî nayên kirin."