Li Hewlêrê yekemîn navenda werzişa Poloyê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Siûdî Turkî bin Ebdulrehman Sedeyrî ragihand, ew plan dikin li Hewlêrê navendeke navdewletî ya werzişa Poloyê ava bikin û got: "Pêşketina li Kurdistanê ji bende warên min pir mezintir e."

Mîr Turkî bin Ebdulrehman El-Sederî, ku yek ji kesayetên herî navdar ên werzişa Poloyê ye li ser asta cîhanê û serokê tîma "Siwariên Beyabanê" ye, aşkere kir ku di navbera wan û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê de guftûgoyên cidî hene, ji bo avakirina yekemîn klûb û komelgeheke werzişî ya taybet bi Poloyê li Hewlêrê.

Mîr Turkî di daxuyaniyeke taybet de ji bo kanalê "Kurdistan24" spasiya destpêşxeriya "Visit Kurdistan" kir ji bo hevahengiya wan di pêşbirkên werzişî de û tekez kir ku gelên navçeyê xwedî peywendiyên biratî û çandî yên kûr in.

Derbarê hûrgiliyên projeyê de, Mîr Turkî bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Arîn Mesrûr Barzanî re û got: "Em bi berfirehî li ser werzişa Poloyê û egera avakirina komelgeheke werzişî li Hewlêrê axivîn. Min Arîn Mesrûr Barzanî wekî kesayetiyekî serkirde, rêzdar û pir ronakbîr dît ku xwedî xewneke mezin û hezeke kûr e ji bo pêşxistina welatê xwe."

Sedeyrî her wiha diyar kir, anîna vê werzişê bo Kurdistanê, dê bibe bingeha destpêkirina lîg û pêşbirêkên navçeyî yên hevbeş di navbera Kurdistan, Siûdiye û welatên wekî Îmarat û Qeterê. Herwiha destnîşan kir, ev werziş nîşana siwarçakiyê ye û ev nirx di xwezaya gelê Kurd de jî hene.

Mîr Turkî matmayîna xwe li hember asta pêşketina Herêma Kurdistanê anî ziman û got: "Bi dilsozî dibêjim, tiştê min li Kurdistanê dît, ji çaverêkirina min pir zêdetir bû. Bi serkêşiya Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêmê tevgereke berfireh a avedanî û nûbûnê bi rê ve dibe.

Jêrxane, rêyên rêkûpêk û bajarên modern, nîşana dîtineke zelal a bo paşerojê ne."

Mîrê Siûdî pesnê mêvanderî û dilgermiya xelkê Kurdistanê jî kir: "Di dema mana min a li vir de, ez bi awayekî hatim pêşvazîkirin ku min xwe wekî xerîbekî nedît, min hîs kir ku ez yek ji vî xelkî me. Kurdistan xwedî xwezayeke dilrevîn û kişwerekî taybet e."

Di dawiya axaftina xwe de, Mîr Turkî bi rêya platforma "Visit Kurdistan" bang li hemû geştyarên cîhanê kir ku serdana Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha soz da ku her gava stad û klûba Poloyê li Hewlêrê amade bibe, tîma wî (Siwarên Beyabanê) dê bibe tîma yekem ku beşdar bibe û salane 3 heta 4 pêşbirkên navdewletî li Kurdistanê li dar bixin.

Mîr Turkî di dawiyê de destnîşan kir ku ew êdî Kurdistanê wekî "welatê xwe yê duyem" dibîne.